Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa saxlemiya Kakemîn Necar dipirse

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya tilefonê rewşa saxlemiya Kakemîn Necar pirsî û daxwaza saxlemiyeke baş û çarebûneke bilez jê re kir.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw duhî (Pêncşem, 26.09.2024) wekî nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li nexweşxaneyê serdana têkoşer Kakemîn Necar kir.
Paşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya tilefonê rewşa saxlemiya Kakemîn Necar pirsî û daxwaza saxlemiyeke baş û çarebûneke bilez û saxî û silametiyê jê re kir.