Her salê zêdetirî heşt milyon geştyaran tên Herêma Kurdistanê

Havîngeha Sîpe li Akrê
Havîngeha Sîpe li Akrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro roja cîhanî ya geştyariyê ye. Kertê geştyariyê stûna pişta aborî ya her welatekî ye, herwesa ji bo gelek welatan bûye dahata serekî jî.

Geştyarî rolekî serekî di pêşvebirina diyaloga navbera çandan de digêre û gelek derfetan peyda dike, wekî hevnasînê, fêrbûna zimanên biyanî, peywendîkirina bi kesên din re û peydakirina lêborînê. Geştyarî ezmûneke perwerdeyî û rohî ye ku xwarinê dide derûnî.

Yek ji kertên giring ên aborê Herêma Kurdistanê kertê geştyariyê ye, ku di çar salên borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde bi wî kertî daye û geştyarî li Herêma Kurdistanê hatiye vejandin.

Berdevkê Desteya Geştyarî ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdilmecîd pêştir di wî warî de ji K24ê re ragehandibû, “Me li Herêma Kurdistanê sê hezar û 100 cih hene ku xizmetkariyan pêşkêşî geştyaran dikin, ew jî hotel û motel û xwaringehan vedigire, tevî cihên xwezayî û geştyarî.”

Îbrahîm Ebdilmecîd herwesa gotibû, “Li serdema vê kabîneyê cara yekê ye di dîrka Herêma Kurdistanê de geştyarî bûye xwediya qanûneke taybet. Li ber ronahiya wê qanûnê, me dest bi rêkxistina wan cihan kiriye.”

Navbirî amaje jî da, “Giringtirîn bend ji rênimayan ew e ku divê 75% ya wan kesên di pirojeya keprên geştyarî de kar dikin karmendên xwemalî bin, ji ber ku armanca me karkirina destê karî yê navxweyî ye.”

Ji aliyekî din ve Birêveberê Geştyariya Soranê Feysel Sadiq eşkere kiribû, “Yek ji daxwaziyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe ew bû ku Soran bibe devereke geştyarî ya balkêş.”

Feysel Sadiq amaje jî dabû, “20 heta 30 destûriyên geştyarî li vî sinorî hebûn, niha bûne 156 destûrî. Ev jî xaleke erênî bû ku geştyarî bikare çavdêriyeke çirtir bixe ser kar û pirojeyên kertê geştyarî, ku hem xizmeta geştyaran bike hem jî kalitiya pirojeyan bilindtir bike.”

Soran yek ji wan deverên Kurdistanê ye ku zêdetirîn cihên geştyarî hene û di werzên cuda cuda de zêdetirîn hejmara geştyaran serdana wê dikin.

Li dû amarên desteya geştyarî ya Herêma Kurdistanê, di çar mehên yekê yên îsal de zêdetirî du milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye, herwesa pêşbînî jî tê kirin ku îsal zêdetirî heşt milyon geştyarên derve û navxwe bên Herêma Kurdistanê.

Li beranberî 5 salên borî, hejmara geştyaran ji bo Herêma Kurdistanê du beranber û zêdetir jî bilind bûye, par nêzî heşt milyon geştyaran serdana deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê kiriye, herwesa desteya geştyarî pilan heye ku heta sala 2030ê rêjeya hatina geştyaran bigehîne 20 milyon geştyaran.

Fly Erbil Advertisment