2 birayên Diyarbekirî ji hemû astengdaran re bûne mînak
Diyarbekir (K24) – Du birayên Diyabekirî ku çavên wan nabînin, bi piştgiriya bavê xwe, hemû astengî derbas kirin, xwendin û bûn wezîfedar. Têkoşîna jiyanê ya birayên ku hemû astengî derbas kirine, ji bo hemû astegndara re bû mînak.
Mazlum Acar ku dema destpêka dibistanê ya wî hat, li Dîyarbekirê dibistana ji bo astengdarên çava tune bû. Bavê Mazlum serî li perwerdehîya neteweyî ya parêzgehîya Dîyarbekirê xist. Hat gotin ku hejmara zarokên astengdar li gorayê polê hebe pêşî de pola astengdara be vekirin. Li ser vê gotinê bavê Mazlum derî bi derî li navçe û gundê Dîyarbekir gerîya û zarokên astengdar û malbatên wan ji bo xwendînê qanî kir. Peşî pola astengdara da vekirin. Paşe ji bo dibistana astengdara dîsa derî bi derî gerîya.
Mazlûm Acar dinyaya wî ya tarî, bi muzîkê ronî bû. Di lijneya Lîseya Hunerên Bedew de bi vê gotina xwe îqna kir. 'lê çevê dilê min vekirî ye.’ Mazlum Acar bi hunera xwe bi rêza yekemîn ket Konservatuara Zanîngeha Egeyê. Mazlum îro mamosteyê muzîkê yê lîseyê ye.
Mazlum Acar ji K24ê re got: “ Ne dixwestin min perwerde bikin ji ber kû çav emin nedidît. Bavê min li saz dixist, wî min elimand. Dawîyê min got kû ez bi giş bi elimim. Li Lîseya Hunerên Bedew de çavê giş didît ê min tene ne didît. Mamoste yê wê derê jî gava ders didan ji bo ku perwedeya min nizanîbun ew jî zehmetî dikşandin. Lê me hêdî hêdî me bi hev da femkirin. Dawîyê xweş derbas bu.mirob bixwaze tu tiştek li ber mirov nabe astengî.”
Mazlum Acar li gorî Mahsum bê siûd bû. Dema wî de dibistana astengdar ên çava amade bu. Mahsun jî xwend u ket ezmunê, piştî zanîngehê wek karmendê dewletê hat erkdarkirin. Piştî ku Mahsun bu fermanber nesekinî. Zanîngeha duyem ya hiquqê xwend û zaningeha hıquqê îsal xelas kir.
Mahsun Acar dibêje: “Hevalê me yê ku tu fonsksîyonel pirsgireka wan tune be, ez vîya dibejim; tişkî ji jiyana mirov re nabe astengdar, mirov ber xwe bide, ev çibe kî mirov gere berxwe bide. Tiştek bi xebat nakeve destê mirov.”
Her du bira Mazlum Acar û Mashun Acar ku nabînin, cehd kirin, hewl dan, ked dan, tu astengî nas nekirin u yek bu mamoste yê muzîkê, yek jî li dibistana ku li we dixwend li wê dibistanê bû fermanber.