Li ser rêya Qamişlo Otomobîlek hat teqandin: 2 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî doneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombebaran kir. Di encamê de berpirseke Rêveberiya Xweser û ajokarê wê birîndar bûn.

Li gorî zanayariyên Rewangehê, Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve 97 êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser kirine û di encamê de 33 kes hatine kuştin û nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûne.