Beyrût.. sê serkirdeyên Bereyê Rizgarîxwazî yê Gelê Filistînê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Rizgarîxwazî yê Gelê Filistînê serê sibeha îro (Duşem, 30.09.2024) di beyannameyekê de kuştina sê serkirdeyên xwe di êrîşeke balafirên şerî yên Israîlê de li devera Kulayê ya Beyrûtê ragehand.
Bereyê Rizgarîxwazî yê Gelê Filistînê amaje da, “Di wê êrîşê de Berpirsê Mekteba Siyasî û Berpirsê Fermangeha Serbazî û Ewlehiyê Mihemed Ebid Elal li gel Endamê Fermangeha Serbazî Îmad Ude û Fermandeyê Serbazî li Libnanê Ebdirehman Ebid Elal di êrîşeke balafirên şerî yên Israîlê de hatin kuştin.
Ajansa Reutersê ji zarê şahidekî parve kir ku, dengê çend teqînên bihêz bihîstiye û piştî teqînan jî li apartmaneke akincîbûnê li nêzî pira Kulayê li aliyê başûrê rojavayê Beyrûtê dûkel bilind bûye, paşî jî dengê çend erebeyên hawarhatinê bihîstiye ku ber bi cihê teqînan çûne.
Bi gotina şahidan, ev êrîşa yekê ya balafirên şerî yên Israîlê ye li nav sinorê devereke sivîl li aliyê başûrê Beyrûtê.
Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê jî ji aliyê xwe ve serê sibeha îro (Duşem, 30.09.2024) parve kir, “Di 24 seetên borî de, di êrîşa balafirên şerî yên Israîlê bo ser gund û avahiyên başûrê Libnanê û deverên Bîqah, Behlebeg û derdora başûrê Beyrûtê de, 105 kes hatine kuştin û 359 kes jî birîndar bûn.”
Ji 07.10.2023ê ve, piştî destpêkirina şer û aloziyên navbera çekdarên Hemasê û artêşa Israîlê, şer di navbera Hizbulah û Israîlê de çê bû. Ji wê demê ve yek ji bibandortirîn êrîşên Israîlê kuştina Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniye li Tehranê li roja 31.07.2024ê bû.
Piştî wê jî, êrîşa asmanî ya artêşa Israîlê ya roja Înê, 27.09.2024ê tê, ku Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrula û Fermandeyê Bilind ê Artêşa Pasdarên Îranê Ebas Nîlfiroşan û hejmareke serkirdeyên din ên bilind ên Hizbulahê tê de hatin kuştin.