Yadgar Mehmûd: Bi hilweşandina biryarên rijêma Beis, pareke zêde ya madeya 140ê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Yek ji bendên rûniştina sibe ya Perlemanê hilweşandina biryarên rijêma Beis ên girêdayî dagirkirina erd û zeviyên Kurd û Tirkmenan e.”
Endama Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê Yadgar Mehmûd ji malpera K24ê re ragehand, “Sibe civîna Perlemanê tê kirin, ku yek ji bendên rûniştina Perlemanê hilweşandina biryarên rijêma Beis ên girêdayî dagirkirina erd û zeviyên Kurd û Tirkmen û pêkhatên din e.”
Yadgar Mehmûd herwesa got, “Ew qanûn di berjewendiya Kurd û Tirkmen û Ereban de ye.” Herwesa got, “Ji wî alî ve pareke baş a madeya 140ê tê bicihanîn, ji ber ku cara yekê ku me ew qanûn bir Perlemanê her ew bû sedema wê yekê ku arêşe li ser çê bibe.”
Endama navbirî amaje jî da, “Em wekî endamên Lijneya Qanûnî du caran bi Serokê Bicihanîna Madeya 140ê Hadî Amirî re civiyane, paştir wî biryar da bi wan aliyan re jî bicive yên ku têbînî li ser wê qanûnê hebûn. Ez wesa difikirim ku her ji ber wê yekê ew qanûn xizst nav bernameya karê sibe yê Civata Nûnerên Îraqê, lewma sibe encamê rûniştinan bi aliyan re diyar dibe.”
Endama Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê hrwesa ragehand, “Mimkin e ew bend sibe ji bernameya karê Civata Nûnerên Îraqê bê derxistin.”
Pêştir xwandin ji bo hilweşandina biryarên 1018 a sala 1982ê û 554 a sala 1983ê yên serdema rijêma Beis li Civata Nûnerên Îraqê hatiye kirin, ku ji ber pejirandina hilweşandina her du biryarên serdema rijêma Beis, nêzî 300 hezar donemên erdî, ji wan zevî û milkên ji aliyê Erebên hawirdekirî ve li sinorê parêzgeha Kerkûkê û çend deverên din hatine dagirkirin, ji bo welatiyên Kurd û Tirkmen vegerin.