Li Balafırgeha Wanê şewatek çê bû
Diyarbekir (K24) - Li Balafirgeha Wanê agir derket. Agirê li Balafirgeha Ferît Melen bû sedema tirsê.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, danê sibê li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê di panela elektrîkê de şewat derket û bû sedema metirsîyê..
Ji ber agirê ku ji ber panela elektrîkê derket, rêwîyên balafirgehê ji balafirgehê hatin derxistin.
Agir di demek nezîk de ji alîyê tîmên agirkujîye ve hatîye temirandin.