Dr. Saman Barzanî: Dermanê qaçax li Herêma Kurdistanê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di Kabîneya Nehem de çendîn doseyayên çaksaziyê di sîstema tendirustî û xizmetguzariya tendirustiyê de hatine vekirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro 1ê Cotmehê gotarek di Lûtkeya Pîşeya Dermansaziyê de, ku Hewlêrê tê lidarxistin pêşkêş kir.

Dr. Saman got: Rewşa derman û kelûpelên bijîşkî beşeke girîng a sîstema tenduristiyê ye, çendîn çaksazî di sîstema tendirustî û xizmetguzariyên tendirustî de di Kabîneya Nehem de hatin kirin.

Wezîrê Tendirustiyê got: “Proseya çaksaziyê proseyeke berdewam e. Nêzîkî 10 heta 12 mijarên sereke hene, em bi şêwirîna li gel çend tîmên biyanî kar li ser wan dikin.”

Amaje bi wê kir: “Bi gelemperî, du daxwazên pir girîng hene ji bo her guhertinek di sîstema tenduristiyê de bê kirin, yek yasayî ye, ya din jî karîna darayî ye.”

Gor j: “Di van salên dawî de gelek qeyran hebûn, ku bandor li sektora tenduristiyê kirin. Lê bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dabînkirina bûdceyê, me karîbû xwe ji qeyranan derbas bibin.

Da zanîn jî: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî hertim piştevaniya sektora tendirustiyê kiriye û di warê derman û kelûpelên bijîşkî de jî çaksazî hatine kirin, derman jî tên çavdêrîkirin û kontrolkirin.”

Dr. Saman tekez kir: “Herêma Kurdistanê bûye mînakek ji bo Iraq û navçeyê, ji ber ku dermanê qaçax li Kurdistanê êdî bûye ji berê û rê nayê dayîn ku derman dûr ji çavê hikûmetê bigihe welatiyan.”

Wezîrê Tendirustiyê got jî: “Me hemû xwediyên kompaniyan hişyar kirine ku berê xwe nedin dermanên qaçax. Ez we piştrast dikim ku yek heb jî bêyî kontrolê ji kontrola kalîteyê derbas nabe.”