Şerekî giran li başûrê Libnanê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de derketiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ketina hêzên Îsraîlê nava xaka Libnanê, artêşa Israîlî îro Sêşemê got: “Pevçûnên tund bi Hizbullahê re li başûrê Libnanê diqewimin. Hizbullahê jî got: “Wan di ser sînor re, hêzên Îsraîlê li bajarokê Metulla, bi topan kirine armanc.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got: “Li başûrê Libnanê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Endamên Hizbullahê sivîl û niştecihan wekî mertalên zindî ji bo êrîşên xwe bikar tînin.”

Adraee li ser platforma “X”ê jî peyamek arasteyî niştecihên herêmê kir û got: “Ji bo ewlekariya we ya şexsî em ji we daxwaz dikin ku ji herêma bakur bi wesayîtan neçin herêma başûrê çemê Lîtanî.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî got, “êrîşên bejayî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê dê baregehên Hizbullahê yên li ser sînor bikin armanc, ku ji bo Îsraîlê gef in.”

Hagari got: “Hizbullah gundên Libnanê yên li nêzîkî gundên Îsraîlê, veguherandine baregehên leşkerî, ta ku ji wir ve êrîşî Îsraîlê bikin.” Tekez kir jî, “şer bi Hizbullah re ye û ne bi gelê Libnanê re.”

Berpirsekî Ewlekariya Îsraîlê ragihand, “Operasyona leşkerî ya bejayî li Libnanê sînordar e û tenê dê bo dûrahiyeke kurt be.”

Ji aliyê xwe ve, Hizbullaha Libnanî got ku wê “hêzên artêşa Israîlî li ser sînorê Metulla bi topan armanc kirin.

Artêşa Îsraîlî îro berbangê ragihandibû, leşkerên wê di çarçoveya “operasyoneke bejayî ya sînordar, herêmî û armanckirî” de ketine başûrê Libnanê.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di 30ê Îlona 2024an de ragihandibû ku di êrişên Îsraîlê yên 24 demjimêrên borî de, 95 kes hatine kuştin û 172 kesên din jî birîndar bûne. Bi dehhezaran Libnanî jî ji gund û bajarokên xwe derketine.

Fly Erbil Advertisment