Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê: Nêzî 40 kesan di êrîşa Israîlê de hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê radigehîne, “Ji ber êrîşên giran ên Israîlê, di dema 24 seetan de nêzî 40 kesan mirine û zêdetirî 150 kesan jî birîndar bûne.”
Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê îro (În, 04.10.2024) di beyannameyekê de ragehand, “Ji ber êrîşên giran ên Israîlê, di dema 24 seetan de 37 kes mirine û 151 kesên din jî birîndar bûne.”
Wezîrê Tendirustiyê yê Libnanê Fîras Ebyez di beyannameyekê de ragehand, “Ji roja Duşema borî ve ku êrîşên Israîlê bo ser başûr û rojhilatên Libnanê hatine destpêkirin, hezar û 974 kes hatine kuştin ku 127 zarok û 261 jin di nav wan de hene.”
Wezîrê Tendirustiyê yê Libnanê herwesa amaje jî da, “Her ji ber êrîşên Israîlê bo ser Libnanê, neh hezar û 384 kes birîndar bûne.”
Ji aliyekî din ve artêşa Libnanê ragehand, “Piştî ku Israîlê êrîş kir ser navendeke artêşa Libnanê li devera Bint Cebîlê li başûrê Libnanê, serbazek hat kuştin.”
Hêzên Israîlê li serê sibeha roja Duşemê (23.09.2024) dest bi êrîşên asmanî bo ser deverên başûr û rojhilatên Libnanê kir.
Herwesa hêza asmanî ya Israîlê li roja Înê jî (27.09.2024) civîneke Hizbulaha Libnanê bi serperiştiya Hesen Nesrula kir armanc, ku di encamê de Hesen Nesrula û hejmareke fermandeyên bilind ên Hizbulahê hatin kuştin.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duhî (Pêncşem, 03.10.2024) ragehand, “Israîlê Hesen Qesîrî di apartmaneke akincîbûnê ve li taxa Fîlatê li devera Mezzeyê ya Dîmeşqê kuşt, ku ew çend seet bûn ew gehiştibû Sûriyeyê.”