Îsraîlê êrîşî başûrê Şamê kir

Îsraîlê bi 10 mûşekan êrîşî hin xalên leşkerî li başûrê Şamê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîl şeva borî êrîşên asmanî li ser hin xalên leşkerî yên hêzên rejîma Sûriyê li başûrê Şamê pêk anîn.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ji ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, şeva borî demjimêr 23: 18, Îsraîlê ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên başûrê Şamê kirin armanc.

Wî jêderî got jî: “Sîstemên me yên berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekên dijminan bûn û piraniya wan xistin xwarê. Di êrîşê de tenê ziyan çêbû.”

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, êrîşa esmanî ya Îsraîlê hin cihên leşkerî li devera Kiswa li başûrê Şamê bi 10 mûşekan armanc kirin ku milîsên Hizbullah a Lubnanî û bataryayên berevaniya asmanî yên rêjîma Sûriyê li wê deverê hene.

Destnîşan kir jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê herî kêm 7 mûşek xistin xwarê.

Rewangehê diyar kir jî, Mûşekek li bajarokê Eqreba ket û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Roja 20ê Gulana borî jî Îsraîlê bi mûşekên erd-erd êrîşek li ser hin xalên başûrê Şamê,pêk anî û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.