Peyamnêrê K24ê: Bi dronê êrîşî bîngeheke Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi du dronên bombekirî êrîşî bingehê serbazî yê Amerîkayê yê li gundewarê Hesekê hat kirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de, ti ziyanên canî yan madî çênebûne.
Peyamêrê Kurdistan24ê li Qamişlo da zanîn, îro 4ê Nîsanê, derdora bingehê serbazî yê Qesrikê li parêzgeha Hesekê, bi du dronên bombekirî hatine armancgirtin. Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, ev êrîş bê ziyan bi dawî bûye.
Bingehê serbazî yê Qesrikê berî destpêkirina gera nû ya şer a li navçeyê, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû valakirin. Tevî ku leşker tê de nînin jî, di mehên borî de ev der gelek caran ji aliyê komên çekdar ên Iraqî yên ser bi Îranê ve, bi dronan hatiye bombebarankirin.
Ji ber rageşiya li Rojhilata Navîn û destpêkirina şerê di navbera Washington û Tehranê de, komên mîlîşya bi dehan êrîşên mûşekî û dronî birine ser bingehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê. Hêzên Amerîkayê ji bo parastina van bingehan, sîstema berevaniyê asmanî (wekî Patriot) li piraniya navendan bicih kirine û gelek caran bersiva van êrîşan bi awayekî tund dane.
Li parêzgeha Hesekê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, çendîn bingehên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî hene. Armanca sereke ya mana van hêzan, rêgirtina li serhildana careke din a rêxistina terorîstî ya DAIŞê û parastina aramiya herêmê ji gefên derveyî ye.