Serok Barzanî: Rojnameya Xebat bi dirêjahiya derçûna xwe zimanhalê gelê Kurdistanê bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî îro 4ê Nîsanê bi boneya 67emîn salvegera derçûna rojnameya Xebat, peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî bi vê boneyê pîrozbahî li sernivîskar, nivîskar û rojnamevanên rojnameya Xebat û xwendevanên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî tekez kir: "Rojnameya Xebat ne tenê zimanhalê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, lê belê di tevahiya dîroka derçûna xwe de wekî zimanhalê gelê Kurdistanê bûye û her dem bi berpirsiyarî û pîşeyî karê xwe encam daye."
Serok Barzanî di vê bîranînê de daxwaz ji sernivîskar û stafa rojnameyê kir: "Li ser rêbaza neteweyî û niştimanî û parastina nirxên bilind ên gelê Kurdistanê berdewam bin. Ez hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim."