Nêçîrvan Barzanî: Ez destxweşiyê li Mesrûr Barzanî dikim

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê di merasîma derçûyên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.

Duhok (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê di merasîma derçûyên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de pesnê pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo avakirina dezgeheke akredîtasyonê ji bo bername û navendên xwendinê da.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ê piştevaniya avakirina dezgeheke akredîtasyonê ji bo bername û navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê bikin.

Herwiha diyar kir: “Ez spasiya hewldanên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo avakirina vê saziyê dikim. Ez jî ji bo dîtina ku ev zanîngeh li ser hatiye damezrandin pîrozbahiyê li wî dikim û hêvî dikim ku ew berdewam be.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji xwendekarên derçû yên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê re got: “Hûn hêviya paşerojê û serkirdeyên paşerojê yên vî welatî ne. Azadiya ku îro hatiye bidestxistin encama xebat û qurbanîdana bav û kalên we ye.”