Hejmara qurbaniyên erdheja Efxanistanê gihîşte 1000 kesî

Derengê şeva borî erdhejekê bi hêza 6.1 pile li başûrê rojhilatê Efxanistanê rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Derengê şeva borî erdhejekê bi hêza 6.1 pile li başûrê rojhilatê Efxanistanê rûda, di encamê de heta niha 1000 kesan canê xwe ji dest dan û 1500 kes jî birîndar bûn.

Serokê Medya û Rewşenbîrî ya Eyaleta Bektiya Mihemed Emîn Huzeyfe ragihand, hejmara kesên canê xwe ji dest dan gihîşte 100 kesî û tê payîn ku ev hejmar zêde bibe.

Li gor zanyariyên malpera BBC, erdhej şeva borî di demjimêr 23:54an de bi hêza 6.1 pile li çend deverên Efxanistanê qewimî.

Navenda Lêkolîna Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) destpêkê hêza erdhejê weke 6.1 pile belav kir, piştre ragihand ku 5.9 pile bûye.

Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Bîlal Kerîmî ragihand: “Em bang li ajansên alîkariyê dikin ku alîkariyên bilez pêşkêşî mexdûrên erdhejê bikin, da ku karesateke mirovî rûnede.”