Bexda tedbîrên ewlehiyê tundtir dike û rêyên diçin Navçeya Kesk digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Îraqî îro danê sibê, rêyên ku diçin Meydana Tehrîr û Navçeya Kesk li Bexdayê girtin, wek tedbîrekê li hember derketina xwepêşandanan ve. 

Biryar e îro 25ê Cotmeha 2022an, li Bexdayê li dijî rewşa siyasî, ewlehî û kêmbûna xizmetguzariyan, xwepêşandan bêne kirin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, hêzên ewlehiyê pira El-Cumhuriye û El-Senk û hemû rêyên ku diçin meydana Tehrîr û Navçeya Kesk a ku hikûmet, parlamento û nûneratiyên dîplomatîk lê ne, girtin.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê jî kir, hêzên ewlehiyê tedbîrên xwe yên ewlehiyê tundtir kirine û li deriyên rêyên ku diçin meydanên sereke, berbestên betonî danîne.

Ev yek di demekê de ye, ji 1ê Cotmehê ve bi boneya sêyemîn salvegera xwepêşandanên Iraqê yên Cotmeha 2019an, careke din xwepêşandanan li Bexdayê dest pê kirin û hêzên ewlehiyê destêwerdan kirin û xwepêşanda belav kirin.

Roja 1ê Cotmeha 2019an ku xwepêşandanan li Bexda û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê dest pê kiribûn ku bi “Xwepêşandanên Tişrînê” tê naskirin, di salvegera 3emîn a van xwepêşandanan de jî, li Bexda û hin parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandanan ji bo dabînkirina xizmetguzariyan, sînordarkirina çekan di destê hêzên ewlehiyê de û cezakirina kujerên xwepêşanderan, dest pê kirin.