Wall Street Journal: Îranê pêşniyarên navbeynkaran red kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya navdar a Amerîkî "Wall Street Journal" aşkere kir, hewldanên welatên navçeyê yên ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de negihîştine ti encaman. Hat ragihandin, Tirkiye, Misir û Pakistan nekarîn Tehranê qayil bikin ku agirbesteke demkî qebûl bike.

Rojnameyê îro 5ê Nîsanê di raporekê de li ser zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihand, aliyê Îranî hemû pêşniyarên navbeynkaran ên ji bo rawestandina şer red kirine.

Yek ji pêşniyarên herî sereke yên ku ji bo Tehranê hatibû pêşkêşkirin ev bû: "Di berdêla agirbesteke demkî ya ji aliyê Amerîkayê ve, Îran Tengava Hurmizê li ber deryavaniya cîhanî veke." Lê belê rayedarên Tehranê ev şert bi tundî red kirine û ragihandine ku ew ne amade ne ti tawîzan bidin.

Wall Street Journal her wiha bal kişand ser fişarên dîplomatîk ên Enqere, Qahîre û Îslamabadê. Tevî van hemû hewildanan, berpirsên Îranê red dikin ku ti civînan ligel berpirsên îdareya Donald Trump pêk bînin. Tehran tekez dike, daxwazên Washingtonê yên niha ji bo wan "neqebûlkirî" ne û dîplomasî di vê rewşê de bêwate ye.

Ev xetimîna di qada dîplomatîk de di demekê de ye, moleta Serokê Amerîkayê Donald Trump ber bi dawiyê ve diçe. Trump hişyarî daye ku heke peymanek neyê îmzekirin, ew ê fermana lêdanên wîranker li ser binesaziya enerjî û stratejîk a Îranê bide.