Amerîkayê ji bo rizgarkirina efserekî xwe, 6 firoke û helîkopterên xwe li nava Îranê teqandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Reutersê di raporeke taybet de, hûrgiliyên operasyoneke leşkerî ya pir xeternak a hêzên taybet ên Amerîkayê li nav axa Îranê aşkere kir. Operasyona ku ji bo rizgarkirina efserê pilebilind hatibû destpêkirin, bi rûxandina du firokeyên mezin û çar helîkopterên Amerîkî bidawî bû.

Li gorî agahiyên Reutersê, operasyon di bin tariya şevê de û bi baldariyeke zêde hatiye kirin. Hêzên taybet ên Amerîkayê xwe vedizîne nav kûrahiya axa Îranê û di ser çiyayên ku bilindahiya wan zêdetirî 2 kîlometreyan e re derbas bûne. Armanca wan, rizgarkirina pisporekî çekan ê Amerîkî (Kolonel) bû, ku piştî ketina firokeya wî, xwe li herêmeke çiyayî veşartibû.

Jêderekî Amerîkî ji wê ajansê re ragihand, dema tîman efser vediguhastin xaleke diyarkirî, plan rûbirûyî pirsgirêkan bûye. Du firokeyên ji cureyê (MC-130) ku nêzîkî 100 serbazên hêzên taybet vediguhastin herêmeke asê ya li başûrê Tehranê, ji ber kêşeya teknîkî nekarîne bifirn. Ev yek bûye sedem ku hêzên Amerîkî 2 saetên tijî tirs di nav dilê axa Îranê de asê bimînin.

Berpirsê Amerîkî got: "Ew kêlî xeternaktirîn kêlî bû, lê biryarên bilez û wêrek rewş xilas kir."

Ji bo ku ti teknolojiyeke hestiyar a leşkerî nekeve destê Îranê, fermandarên Amerîkî biryar dane ku her du firokeyên MC-130 û çar helîkopterên din li nav axa Îranê biteqînin û tîmên xwe bi firokeyên din ên biçûktir veguhastine.

Di raporê de tê diyarkirin, Dezgeha Hewalgiriya Navendî (CIA) beriya operasyonê kampanyayeke "xapandinê" meşandiye û zanyariyên şaş li nav Îranê belav kirine, da ku bala Tehranê belav bike. Her wiha artêşa Amerîkayê serî li şerê elektronîk daye û rêyên sereke yên derdora herêmê bombebaran kirine, da ku rê li ber nêzîkbûna hêzên Îranî bigire.

Efserê hatî rizgarkirin, yek ji tîmê firokeya (F-15E Strike Eagle) bû ku roja Înê li asmanê parêzgeha Îsfehanê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Îranê ve hatibû xistin. Her çend pîlot berê hatibû rizgarkirin jî, efserê "Kolonel" ji ber ku lingê wî şikabû, di bin zinarekî de xwe veşartibû heta ku tîmên rizgarkirinê gihiştine serî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de kêfxweşiya xwe anî ziman û ragihand: "Artêşa Amerîkayê yek ji wêrektirîn operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê di dîroka welatê me de encam da."

Ev operasyon di demekê de pêk tê ku rageşiya navbera Washington û Tehranê di 5 hefteyên dawî de berdewam e. Li gorî amarên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di vê heyamê de 13 serbazên Amerîkî hatine kuştin û zêdetirî 300 serbazên din jî birîndar bûne.