Grûpa ‘Eshabul Kehf’ berpirsyariya êrişa li ser Herêma Kurdistanê girt ser xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa çekdar a bi navê "Eshabul Kehf" ku wek yek ji baskên "Berxwedana Îslamî ya li Iraqê" tê naskirin, bi daxuyaniyeke fermî berpirsyariya êrişeke nû ya li ser Herêma Kurdistanê ragihand.
Grûpa "Eshabul Kehf" îro 6ê Nîsanê di daxuyaniyekê de got, wan êrişek bi rêya du dronan pêk anîne û wan ev yek wek "bersivdayîna ji bo armanckirina girtina Deriyê Sînorî yê Şelamçeyê" a bi Îranê pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de, grûpa navborî gefa tundtirkirina êrişan xwar û ragihand: "Operasyonên me dê berdewam bikin û di rojên pêş de em ê bi şêwazeke berferehtir û dijwartir wan pêş bixin."
Herwiha grûpa Eshabul Kehf hişyariyeke tund da welatiyên sivîl û daxwaz ji wan kir ku ji baregeh û cihên manê yên hêzên Amerîkayê û "kesên kirêgirtî" dûr bikevin, da ku ziyan negihe canê wan.
Ev êriş di demekê de pêk tê ku rageşiya leşkerî û siyasî li navçeyê gihiştiye asteke bilind. Grûpên çekdar ên ser bi "Berxwedana Îslamî" ve dem bi dem Herêma Kurdistanê û baregehên hêzên hevpeyman armanc digirin û tekez dikin ku ew ê li ser êrişên xwe berdewam bin.