Li Tehranê êrîş li westgeheke gazê û herêmeke niştecîbûnê hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Rêveberiya Agirkujiyê ya Tehranê ragihand, di encama êrişên mûşekî yên li ser çend deverên Tehranê de, ziyanên canî û madî çêbûne û herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Agirkujiyê ji ajansa nûçeyan a ISNAyê re diyar kir, di nava çend saetên borî de Tehran rastî êrişên mûşekî hatiye. Diyar kir jî, di êrişa yekem de li herêmeke navenda Tehranê, westgeheke gazê hatiye armanckirin.
Destnîşan kir jî, ev êriş bû sedema belavbûneke berfireh a gazê li deverê, lê tîmên hawarçûnê di nava kêmtirî 30 xulekan de karîn rewşê kontrol bikin û rê li ber rûdana teqîn an agirgirtinê bigirin.
Maleke sivîlan bi temamî hilweşiya
Ji aliyê din ve, êrişeke din a mûşekî li başûrê rojhilatê Tehranê li maleke sivîlan ket. Ji ber tundiya teqînê, xanî bi temamî hilweşiya û kesên tê de, di kavilên de man.
Tîmên rizgarkirinê tavilê gihiştin cihê bûyerê û di encama xebatên lêgerînê de, karîn 7 kesan bi saxî ji bin kavilan derxin. Lê belê, Berdevkê Agirkujiyê piştrast kir ku di vê êrişê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Heta niha xebatên lêgerîn û lêkolînên tîmên pêwendîdar li cihên bûyerê berdewam dikin.