Pisporê Rojhilata Navîn: Operasyona li Kobanî û Minbicê dê demdirêj be

Li Tirkiyê beriya hilbijartinên sala 2023an deshilata vî welatî dixwaze li ser Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bejahî pêk bîne. Ji bo vê yekê jî niha li bajarên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê amadekarî têne kirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê beriya hilbijartinên sala 2023an deshilata vî welatî dixwaze li ser Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bejahî pêk bîne. Ji bo vê yekê jî niha li bajarên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê amadekarî têne kirin. Pisporên ewlehiyê dibêjin di armanca Tirkiyê de du derverên sînorî hene bo vê yekê jî pêwîstî bi kordînasyona li gel Rûsya û Amerîkayê heye. Pisporên li qadê rewşê dişopînin jî dibêjin li du deveran zirar û ziyanên  Tirkiyê dê zêde bin.

Tirkiyê piştî ku di şeva 19ê Mijdarê bi navê Operasyona Pençe Şûr bi firokeyên şer li Rojava û Herêma Kurdistanê li dijî PKKê û YPGê operasyoneke hewayî pêk anî, Serokomarê Tirkiyê Erdogan herî dawî duh komcivîna partiya xwe de got demeke nêzîk de dê operasyona bejahî jî dest pê bike û ew ê li Tel Rifat, Minbîç û Kobaniyê dest bi vê operasyonê bikin. Pisporên ewlehiya Tirkiyê dibêjin li pêşiya Tirkiyê du astengî hene û tevî van astengiyan Tirkiyê hemû amadekarî kirine.

Generalê Xanenişîn û Pisporê Ewlehiya Tirkiyê Mîthat Işik ji K24ê re ragihand: “Li rojavayê Firatê 2 herêm hene ku YPG/PKK bi bandor e. Tel Rifat û Minbic. Destpêkê ev dever armanca Tirkiyê ne. Pişt re dê berê xwe bide Kobanê. Lê ji bo operasyoneke bejahî serkeftî bibe pêwîstî qadên esmanî heye. Qadên hewayî ya li rojavayê Feratê di destê Rûsyayê de ye, rojhilatê Feratê jî ya Amerîkayê ye. Divê Tirkiye bi van her du welatan re bi koordîne tevbigere. Niha artêşa Tirkiyê bi her awayî amade ye û benda fermanê ye.”

Bi nêrîna pisporên Rojhilta Navîn jî operasyon dê deverekê demkî be û du deveran jî demdirêj be û windahiyên Tirkiyê jî dê wan her du deveran zêde bin.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhun ji K24ê re diyar kir: “Em dikarin bibêjin ku Amerîka, Rûsya, Îran û Sûriye li dijî operasyona Tirkiyê ne. Lê belê Rusya ji ber şerê Ukraynayê zêde nabe asteng. Îran û Sûriye jî di warê leşkerî de piştevaniya YPGê nakin û hêzên Amerîkayê jî li wê derê nîne ku bibe asteng. Operasyona Tel Rifatê dê bê risk û demeke nêzîk bidome. Lê belê li Minbic û Kobaniyê risk gelek mezin in û dê Tirkiye windahiyên zêde jî bide. Operasyona li Kobanî û Minbicê dê demdirêj be.”

Li Tirkiyê di navbera salên 2015e û 2019an de 3 hilbijartin û referandûmek pêk hat. Beriya van hemû hilbijartin û referandûman de 4 operasyonên bejahî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Niha jî beriya hilbijartinên sala 2023an Operasyona Pençe Şûr ya esmanî hate kirin û amadekariyên operasyoneke bejahî jî tê kirin bo ser Rojava. Di van hemû operasyonan de jî ji bilî HDPê hemû partiyên opozisyonê piştgirî dane deshilatê.