Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê: Îsal 103 endamên PKKê xwe radest kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ragihand, di sala 2025an de zêdetirî 100 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vegeriyane û xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê kirine.

Ali Yerlikaya li Parlamentoya Tirkiyeyê di axaftinekê de hûrgiliyên operasyon û pêvajoya dawî eşkere kirin. Yerlikaya diyar kir, projeya "Tirkiyeya Bêteror" projeyek e ji bo pêşxistina aştî, geşepêdan û bihêzkirina biratiya pêkhateyên Tirkiyeyê.

Li gorî daxuyaniya Yerlikaya, di çarçoveya encamên pêvajoya aştiyê de, îsal bi giştî 103 endamên PKKê ji derveyî welat vegeriyane û xwe radest kirine. Herwiha da zanîn jî, 10 kes ji van, zarok in ku malbatên wan tevlî çalakiya "Dayikên Diyarbekirê" bûbûn. Ev veger piştî hewldan û hevdîtinên ligel wan pêk hatiye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê destnîşan kir jî, di sala 2025an de hêzên ewlehiyê 308 şikeft û stargehên çekdarên PKKê wêran kirine.

Pêvajoya Nû ya Aştiyê

Ev geşedan piştî qonaxeke nû ya siyasî tên ku di dawiya sala 2024an de dest pê kiribû. Di Cotmeha 2024an de, Serokê MHPê Devlet Bahçeli li Parlamentoya Tirkiyeyê destê parlamenterên DEM Partiyê guvaştibû û bang li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kiribû ku were parlamentoyê û "bidawîbûna terorê" rabigihîne.

Li dû vê pêngavê, di 27ê Sibata îsal de, Abdullah Ocalan daxwaz ji PKKê kir ku stratejiya xwe ji xebata çekdarî biguherin bo xebata siyasî û medenî. Bi vî awayî, bi awayekî pratîkî pêvajoyeke nû di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê de ketiye warê cîbicîkirinê.