Civîna PDK û YNKê bidawî hat: Encam erênî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandên danûstandinkar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan. Li gorî zanyariyan, civîn erênî derbas bûye û biryar hatiye dayîn ku di demeke nêz de careke din bicivin.

Şanda danûstandinkar a YNKê ji bo berdewamkirina gotûbêjan, îro 16ê Berçileyê serdana Baregeha Polîtburoya PDKê ya li Pîrmamê kir û bi şanda PDKê re civiya.

Tewera sereke ya civînê, gotûbêjkirina pêngavên avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Peyamnêrê Kurdistan 24ê da zanîn, civîn di keşeke erênî de derbas bûye û her du aliyan li hev kirine ku di demeke nêz de gera duyem a civînê pêk bînin.

Li gorî zanyariyan, di civînên borî de her du alî li ser piraniya babet û prensîban li hev kirine û xala sereke ya ku maye, tenê mijara dabeşkirina postan e.

Danûstandinên di navbera her du partiyan de ji ber destpêkirina bangeşe û birêveçûna hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Iraqê ji bo demekê hatibûn rawestandin.

Dawîn civîna bilind a navbera PDK û YNKê di 30ê Îlona îsal de bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê hatibû lidarxistin.

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku di 20ê Cotmeha 2024an de hatibûn kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi bidestxistina 39 kursiyan bûbû serkeftiya yekem û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî 23 kursî bidest xistibûn.