Li Dêrsîmê amadekariyên sala nû bi çalakiyên Gaxanê tên kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Dêrsîmê çalakiyên destpêka vejînê ango pîrozbahiyên sersalê li gor salnameya ayînên Elewiyan tên lidarxistin. Çalakiyên ku di 21’ê Berfembarê de, dest pê dikin, li gor baweriya Elewiyan 3 meh berdewam dikin û di 21’ê Adarê de jî êdî Destpêka Vejînê tê temam kirin.  Ew pêvajoyên destpêkê jî bi pêvajoyên wek Gaxan-Xizir û Hawtolanî tê temam kirin.

Di baweriya Elewîyan de ‘Gaxan’ ku wek destpêka destpêkê, yanî destpêka xulakandin û vejînê ye û di 21’ê Berfembarê de; bawerî ew e ku: ‘di vê rojê de, nûr tê xuliqandin û roj û şev jihev tên cuda kirin.’ Ev jî wek destpêka çêbuyîna qînatê ye.

Bi mebesta sala nû yan jî destpêka nû, li Dêrsîmê bi çalakiyên cuda pîrozbahî û ayîn tên kirin, xêr û xêrat tên belav kirin.

Welatî Mehmet Yildiz ji K24ê re got: “Di çand û baweriya me de Gaxan, destpêkeke nû ye, yanî serencamekî bi dawî dibe û serencameke nû jî destpê dike. Dîsa di her serencamekî de hukumran diguhêrin û di her guhartinê de jî, her carê hêvî û daxwaz ji wan tên kirin. Yên ku zewucîbin, zarok dixwazin, yên nezewucîbin mirad dixwazin û herkes ji bo hemû ajal û giyanan û pêwistiyên xwe jî hêvî û daxwazên mal û milk û rizk dikin.”

Di panêla ku bi panelîstîya hunermend Kemal Kahraman û lêkolîner Cemal Taş, hat lidarxistinde jî; Çanda Gaxan-Xizir û Hawtolanî hat ravekirin û bal hat kişandin ku her tim rêgirî hatine kirin ku Elewî bi xwe behsa xwe û dîroka xwe bikin û loma jî çand, dîrok û baweriya wan bi xeletiyan hatiye behs kirin.

Nivîskarê û lêkolîner Cemal Taş got: “Pêşgotineke Afrîqîyan heye ku dibêje:’heta ku dîroka şêran bi destê nêçîrvanan bê nivîsandin, dê nêçîrvan her tim li gor xwe behsa wan bikin’ meseleya me jî bi wî rengî ye. Dîroka me jî ji aliyê yên ku me qir kirin, yên ku me nas nekirine û hebûna me qebûl nekirine ve hatiye nivîsandin. Wan jî hewla ku bibêjin ‘hûn tunene’ dane. Heq û hiqûqa me wan tarif kiriye, zimanê me li gor xwe behs kirine, her tiştê me li gor xwe tarif kirine. Lê niha êdî divê her çand û bawerî divê xwe nas bike û tarîxa xwe bixwe binîvîse, bi xwe behs bike û bi xwe bide nasîn û wedra xwe bigire.”

Wek kul i hemû cîhanê amadekariyên pêşwaziya sala nû tê kirin, li Dêrsîmê jî li gor çand û baweriya Elewiyan çalakî tên lidar xistin û amadekarî tên kirin. Elewî ku ji vê serdemê re dibêjin destpêka destpêkê, bi çalakiyên Gaxanê amadekariya pêşwaziyê dikin.