Serok Barzanî: Iraq tenê bi yek pêkhateyê nayê birêvebirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di kernevala dawî ya bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo piştgiriya Lîsteya 275'an de, Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir û nexşerêya çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re eşkere kir. Serok Barzanî tekez kir ku divê Iraq vegere ser sê bingehên sereke yên ku di sala 2003'an de li ser hatibûn avakirin: Hevbeşî, Hevsengî û Lihevkirin.

Di kernevala ku roja Înê, 7'ê Mijdara 2025'an, li Yarîgeha Franso Herîrî hat lidarxistin de, Serok Barzanî pabendbûna Herêma Kurdistanê bi destûrê re anî ziman û got: "Em pabendî destûrê ne, ji ber ku kes bi qasî me ji bo vê destûrê newestiya." 

Herwiha da zanîn ku tevî kêmasiyan jî, destûr gelek aliyên erênî dihewîne û got: "Eger hatibûya cîbicîkirin, gelek ji wan pirsgirêkên ku rû dan, dê rû nedana. Xelkê Kurdistanê di ji nû ve avakirina Iraqa nû û pesendkirina destûrê de roleke mezin lîstiye."

Serok Barzanî got: "Eger ev sê bingeh hatibûna cîbicîkirin û pabendî bi destûrê hatibûya kirin, em ê ji zilma merkeziyeta çewisîner rizgar bibûna û tevahiya gelê Iraqê dê bi aramî bijiya." 

Serok Barzanî hişyariyeke tund da û got: "Êdî kes nikare bi kêfa xwe bi mûçe û bûdceya Herêmê bilîze, ku ji bilî zilmeke mezin, sivikayiyeke mezin jî bû ji bo xwîna şehîdên me û divê ev yek dubare nebe."

Serok Barzanî bi awayekî zelal cûreya Iraqê ya ku ew dixwazin anî ziman û got: "Ezmûnê selmandiye ku rêveberiya Iraqê tenê bi yek pêkhateyê nayê birêvebirin, ji ber vê yekê eger ew aramî û seqamgîriya Iraqê dixwazin, divê vegerin ser bingehên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê."

Herwiha ragihand: "Belê, em ligel Iraqê ne, lê Iraqeke ku em tê de hevbeş bin, ne Iraqeke ku komek mafya dagir bikin û bixwazin tê de hikûm bikin. Em ligel Iraqeke federal, demokrat, pirneteweyî, pirpartî, pirpêkhate û pir-olî ne. Em ti carî ligel Iraqeke dîktator nebûne û nabin jî."

Herwiha Serok Barzanî peyamek arasteyî pêkhateyên olî û neteweyî yên li Herêma Kurdistanê kir û got: "Em hemû pêkhateyên olî û neteweyî piştrast dikin ku em ê wan bi dil û can biparêzin û em ê berevaniyê li mafên wan bikin."

 
Fly Erbil Advertisment