Festîvala Govendê ya Baneyê bi fermî kete lîsteya geştyariyê ya Îranê
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Rêveberiya Mîrata Çandî, Geştyarî û Pîşeyên Destî ya bajarê Baneyê ragihand, Festîvala Çandî ya Govendê ya Baneyê di lîsteya bûyerên geştyarî yên Komara Îslamî ya Îranê de hate tomarkirin.
Rêveberê Mîrata Çandî û Geştyariyê yê Baneyê Seidullah Ezîzî îro 4'ê Mijdara 2025'an, ji Ajansa Nûçeyan a 'IRNA'yê re axivî û got: "Festîvala salane ya 'Govenda Baneyê' ji aliyê Wezareta Mîrata Çandî, Geştyarî û Pîşeyên Destî ve kete lîsteya bûyerên geştyarî yên welat û bi fermî hate tomarkirin."
Ezîzî diyar kir, govend yek ji çalakiyên herî berbiçav ên çandî û hunerî yên Baneyê ye û got: "Ev festîval wek yek ji merasîmên çandî yên resen ên Kurdan, bala geştyarên navxweyî û derve kişandiye ser xwe."
Rêveberê Mîrata Çandî ya Baneyê da zanîn jî, bi tomarkirina vê festîvalê re, hejmara bûyerên geştyarî yên tomarkirî yên parêzgeha Sineyê gihîştiye neh bûyeran.
Ezîzî herwiha got: "Merasîmên 'Zewaca Pîrşaliyar' û 'Komsay' di asta navneteweyî de hatine tomarkirin. Çar bûyerên din ên wekî 'Cejna Mezin a Newrozê li Sineyê', 'Newroza Tengîserê', 'Newroza Zivistanê' û 'Festîvala Şilikê ya Şiyanê' di asta welat de hatine qebûlkirin. Herwiha du bûyerên wekî 'Merasîma Hezar Defî ya Palinganê' û 'Festîvala Govendê ya Baneyê' di asta parêzgehê de, û 'Festîvala Tirî ya Hesen Ava û Wisûkendî ya Bîcarê' jî di asta herêmî de, di lîsteya bûyerên geştyarî de hatine tomarkirin."
Di dawiya axaftina xwe de, Seidullah Ezîzî tekez kir, tomarkirina fermî ya Festîvala Govendê ya Baneyê wek bûyereke geştyarî, dê bandoreke erênî li ser bihêzkirina pêgeha çandî ya Baneyê û geşepêdana geştyariyê li herêmê bike.
