Bi amadebûna Serok Barzanî, kernevala herî mezin a PDKê li Hewlêrê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û herdu cîgirên wî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, li gel bi hezaran alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), îro 7ê Mijdarê kernevala herî mezin a PDKê ji bo piştgirî û serxistina Lîsteya 275'an dest pê kir.

Kerneval li Yarîgeha Franso Herîrî ya li Hewlêrê tê lidarxistin û tê texmînkirin ku zêdetirî 50 hezar alîgirên Partiyê beşdar bûne.

Cemawerê beşdar, bi bilindkirina ala Kurdistanê, PKD û wêneyên Serok Barzanî, dirûşmên wekî "Serkeftin ji bo Lîsteya 275'an" û "Em ê dîrokê tomar bikin" berz dikin.

Di 11'ê Mijdara 2025'an de, proseya hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê dê birêve biçe. Nêzîkî 30 milyon kes ji tevahiya 46 milyon nifûsa welat mafê dengdanê hene.

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment