Akademisyen: Eger di destûra nû de mafên Kurdan cih negirin Tirkiye nikare guherînê pêk bîne

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Piştî hilbijartinan careke din destûra nû bû mijara sereke ya li Tirkiyê. Yek ji pirsa herî krîtîk ew e ku gelo dê mafên Kurdan di nava destûrê de cih bigirin yan na?  Bi boçûna akademisyenan eger di destûrê de Kurd cih negirin Tirkiye nikare guherîna xwe ya sedsalî pêk bîne.

20 sal zêdetir e ku li Tirkiyê nîqaşên li ser çêkirina destûreke nû ya bingehîn berdewam dikin. Roja Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan mazbataya xwe wergirt û dest bi kar kir yanî di merasîma dewletê de ku 21 serokdewletên biyanî jî hatibûne vexwendin û beşdarî tê de dikirin bal kişande ser destûra Tirkiyê û diyar kir; pêwîst e ev destûra ku berhema darbeya leşkerî ye bê guherandin. Ew ê demokrasiye, bi şêwazeke azadîxwaz, sivîl û medenî ku herkesî din ava xwe de dihewîne bi hêz bikin. Li gorî akademisyenan jî eger di serdema nû ya Tirkiyê de wê destûreke nû bê amadekirin divê taybet di navê de ji bo Kurdan servanek hebe.

Akademisyen Prof. Dr. Ahmet Ozer ji K24ê re got: “Felsefeya destûra nû divê li ser bingeha azadî û mafên rewa bê danîn û di warê nasname û baweriyan de jî bê alî be. Ya herî giring jî ev destûra nû divê bibe alîkar ji bo çareseriya pirsa Kurdî. Xalên nîjadî yên di nava destûrê de ku herkesî wekî Tirk destnîşan dike jî bêne derxistin.”

Bi boçûna çavdêrên siyasî jî Tirkiye hatiye qonaxa guherîneke bingehîn û divê proseyê de pêwîst e daxwazên Kurdan yên derbarê ziman û nasmayê de li ber çav bêne girtin.

Rojnameger û çavdêrê siyasî Yaşar Aydin dibêje: “Ligel vê daxwaza desthilatê bi baweriya min hewlên eniya muxalefetê jî giring in. Em dizanin ku hin partî li ser desûreke nû kar dikin. Lê divê proseya guherîna destûrê de hem desthilat hem jî muxalefet wê çiqas guh bidin daxwazên Kurdan û neteweyên din nayê zanîn.”

Digel Serokê Parlamentoya Tirkiyê Nûman Kurtulmuş, Serokê Koma AK Partiyê Muhammed Emîn Akbaşoglu dan zanîn, divê Tirkiye destê xwe ji destûra şikestî ya bermayîya kudetaya sala 1980an bişo; bi îradeya hevpar ya Kurd, Tirk û neweteyên din ku li Tirkiyê dijîn.

Li gorî akademisyen û çavdêrên siyasî eger di destûra nû de çaareseriya kêşeya Kurdan cih negire û di warê ziman û nasnameyê de hin maf bo Kurdan neyên dayîn ew destûr wê nabe destûreke azadîxwaz.