Di reşnivîsa budceya Pentagonê de dabînkirina sîstema berevaniya asmanî bo Pêşmerge hat pêşniyarkirin

Washington (K24) – Di reşnivîsa projeyasaya budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) de ji bo sala 2024an, hatiye pêşniyarkirin ku hêzên Pêşmerge wek hêzên ewlehiyê yên Iraqê bên pir çekkirin û bên rahênankirin, herwiha daxwaz jî dike ku sîstema berevaniya asmanî ji Pêşmerge re were dayîn ji bo parastina sînorê Herêma Kurdistanê ji mûşek, hawen û dronan.

Projeyasaya budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê hîn li Kongresê ye û nehatiye pesendkirin, ewê niha hatiye nivîsandin reşnivîs e û li Encûmena Nûneran û Pîran deng li ser nehatiye dayîn.

Derbarê Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de, çend pêşniyar ji aliyê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Kongresê di reşnivîsê de hatiye bicihkirin, yek ji wan birgeyan destnîşan dike ku "beriya 1ê Sibata 2024an, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi şêwira ligel Wezareta Derve, plana pirçekkirin û rahênana hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge pêşve bibe ji bo berevanîkirina li dijî êrîşên mûşekî, hawen û dronan".

Di reşnivîsê de pêşniyara wê yekê hatiye kirin ku hêzên Amerîkayê serperiştiya bikaranîna çek û sîstema berevaniyê ya asmanî bike, ku Wezareta Berevaniyê dide hêzên ewlehiyê yên Iraq û Pêşmerge ji bo rûbirûbûna êrîşan.

Her wiha hatiye diyarkirin ku divê hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge li ser bikaranîna wan cûre çekdan werin rahênankirin.

Derbarê cîbicîkirinê de, di reşnivîsa budceyê de hatiye diyarkirin ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di nava 90 rojan de dest bi cîbicîkirina planê dike, ku bi hevbeşiya ji aliyê Wezareta Berevaniyê û Wezareta Derve ve plan dest bi pêşvebirinê ve dike.