Li Akrê projeyên xizmetguzariyê berdewam in

Li nav qezaya Akrê bi qasî 3 milyar dînar, li ser budceya parêzgeha Duhokê, dest bi qîrkirina cade û kolanan hat kirin.

Akrê (K24) – Li nav qezaya Akrê bi qasî 3 milyar dînar, li ser budceya parêzgeha Duhokê, dest bi qîrkirina cade û kolanan hat kirin. Şaredariya Akrê diyar dike, projeya qîrkirinê berdewam dibe heta wê dema ku hemû cade û kolan bêne qîrkirin.

Muxtarê taxeke qezaya Akrê Cehfer Herkî ji Kurdistan24ê re ragihand, cadeyên qezaya wan berê gelek ne xweş bûn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şaredariya Akrê xemsariyê nakin û îsal projeyên xizmetguzariyê hatine cîbicîkirin.

Welatiyekî nişteciyê qezaya Akrê ji Kurdistan24ê re ragihand, beriya niha cade wisa rêk nebûne, gelek çal û kort hebûne, otomobîlan nedikarîn li ser cadeyan biçin, lê belê niha cade gelek baş hatine çêkirin.

Berdevkê Şaredariya Akrê Zêrevan Temo ragihand, Şaredariya Akrê hemû wan cadeyan diyar dike ku pêwîstiya wan bi xizmetguzariyê heye û hemû qîr dike, herwiha projeya qîrkirina cadeyên qezayê berdewam dibe.

Ev projeya qîrkirina bi qasî 3 milyar dînar li ser budceya parêzgeha Duhokê tê encamdan, herwiha di destpêkê de heft tax hatin qîrkirin.