Mesûd Barzanî: Pîroz e roja serkeftina îradeya gel

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Îlona 2023an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Pîroz e roja serkeftina îradeya gel.”

Berî 6 salan di 25ê Îlona 2017ê de, referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin û 3 milyon û 305 hezar û 925 kes beşdarî referandumê bûn, ku ji %72 zêdetir e. Di referandumê de 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê belê dan serxwebûna Kurdistanê ku ji %92 zêdetir e.

Biryara referandumê qonaxeke din a giring a têkoşîn û qurbanîdana gelê kurd bû, bi taybetî ku hemû aliyek piştevaniya xwe ya temam ji proseya referandomê re tekez kirin. Wan soz dan ku ji bo serkeftina referandumê hemû derfetên xwe bikin. Roja 7ê Hezîrana 2017an, nûnerên partiyên siyasî yên di nava Parlamentoya Kurdistanê de û bi amadebûna Serok Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê, biryara encamdana referandumê hate dayîn û Encûmena Bilind a Referandumê hat pêkanîn û her yek ji nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Îslamî, Partiya Zehmetkêşan, Hizba Şiyoî û Partiya Sosyalist di wê encûmenê de beşdar bûn.

Her di wê civînê de, roja 25ê Îlona 2017an wek roja encamdana referandumê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat diyarkirin û tevahiya partî û aliyên siyasî razemendiya xwe li ser encamdana referandumê nîşan dan.