Sûdanî serdana Brîtanyayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê û Balyozê Brîtanyayê li Bexdayê danûstandinan li ser tewerên serdana çaverêkirî ya Sûdanî ji bo Brîtanyayê kirin û daxwaz jî ji welatên Ewropayê hat kirin ku bizavan ji bo seqamgirkirina Rojhilata Navîn zêdetir bikin.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, parve kiriye ku di çarçoveya pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragehand, divê zêdetir bizav ji bo seqamgiriya Rojhilata Navîn û dabînkirina aştî û ewlehiyê ji bo gelên deverê bên kirin.

Herwesa di ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê de hatiye, Sûdanî û Hitchen danûstandin li ser peywendiyên navbera Londonê û Bexdayê de di warên aborî û pêşxistinê de kirin.

Ew yek jî berçav kir ku behsa serdana çaverêkirî ya Sûdanî ji bo Brîtanyayê û wan dozan kir ên ku Sûdanî niyet e di dema serdana xwe de bi berpirsên wî welatî re danûstandinan li ser bike.