Ozçelîk: Dadgeha Bilind navê PWKê naxe nava Lîsteya Partiyên Siyasî

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) derbarê tomarkirina navê partiya xwe di lîsteya partiyên siyasî de radigihîne, “Eger Dadgeha Destûrê navê PWK red bike jî, em navê xwe neguherin û em ê di parastina nav û bernameya xwe de berdewam bin.” 

Serokê PWK Mustefa Ozçelîk di vê derbarê de ji K24ê re got: “Ya rast, navê partiyê nehatiye redkirin. Me wek PAK û TDK-TEVGER di 10ê Îlona borî de yekîtiya xwe ragihand û me Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kir. Wek karekî yasayî me di kongreya xwe ya sêyem a PAKê de, navê PAKê guhart û kir PWK. Li gorî yasaya Tirkiyeyê jî, partiyek dikare navê xwe di kongeya xwe de biguhere.”

Ozçelîk diyar kir: “Piştî guhartina navê partiyê, me ew yek jî şand Serdozgeriya Bilind, lê ev 3 meh in Dadgeha Bilind navê me naguhere û navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê naxe nava Lîsteya Partiyên Siyasî.”

Diyar kir jî: “Parêzerên me daxwaza ronîkirinekê ji Dadgeha Bilind kirin, wan nivîsek ji me re şand û got, berê doza girtinê li ser PAKê heye û we navê xwe guhart û hîn berameya we wek berê, li dijî qanûna bingehîn û qanûna partiyan e, ji ber wê jî me dozeke nû derheqê we de vekiriye û me ji Dadgeha Destûrê re şandiye û em ê li benda encama wê bin.”

Ozçelîk tekez kir jî: “Ev riftara Dadgeha Bilind keyfî ye û ji mafê me ye em navê xwe biguherin.” Herwiha got, ew ê li benda biryara Dadgeha Destûrê bimînin, li gorî wê jî ew ê parastina xwe bikin.

Ozçelîk tekez kir jî, eger Dadgeha Destûrê navê PWK red bike û navê wê neket nava Lîsteya Partiyan, ew ê navê xwe neguherin û dê di parastina nav û bernameya xwe de berdewam bin û alternativine din li cem wan hene.

Derbarê hilbijartinên Şaredariyan de jî, Serokê PWKê got: “Mixabin heta niha ti tifaq û danûstandin di navbera partiyên Bakurê Kurdistanê de tune ye. Pêştir hin danûstandin çêdibûn, lê gava hilbijartin nêzîk dibûn, hin partiyan berê xwe didan HDPê.”

Da zanîn jî: “Me partiyên Kurdistanî di sala 2018an de, me teklîf ji HDPê re bir û me daxwaz kir ku li ser hin perensîpên Kurdan lihev bikin û beşdarî hilbijartinan bibin. HDPê tevî ku îmze jî kir, lê pişt çend rojan xwe jê da aliyekî û bi tenê beşdar bû.”

Ozçelîk amaje bi wê kir, “Hilbijartinên şaredariyan gelekî giring e, em wek PWKê, em ê danûstandinê bi aliyên Kurdistanî re bikin. Divê em li Bakurê Kurdistanê siyaseteke nû deynin ku divê em bajarên xwe, ne ji aliyê kesên ku derveyî bajêr in îdare bibin. Divê em hemû pêkhateyên her bajarekî ji partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, aliyên olî û kesayetiyan lihev bicivin û namzedên xwe diyar bikin.”

Serokê PWKê tekez kir jî: “Hemû bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo me giring in û divê em Kurd di vê hilbijartinê de, siyaseteke nû ji bo berjewndiyên gelê xwe bidin ber xwe.”