Li Sineyê 50 tonên daran û 3 tonên rejûyê hatin bindestkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Yekîneya Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngeh û Çavkaniyên Xwezayî yên Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku 50 tonên darên birî û zêdetirî sê tonên rejûyê bindest kirine; ji ber binpêkirinên li ser jîngeh û xwezaya deverê jî, bi dehan kes hatine girtin.

Menoçehr Kiyanî îro Yekşemê, 20ê Îlona 2026ê, ji ajansa fermî ya Îranê re ragihand ku, di şeş mehên borî de tîmên girêdayî Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngeh û Çavkaniyên Xwezayî 50 tonên darên birî, 3 ton û 652 kîlogramên rejûyê û 39 ton û 149 kîlogramên berhemên xwezayî hatine dîtin û hatine bindestkirin.

Fermandarê Yekîneya Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngeh û Çavkaniyên Xwezayî yên Parêzgeha Sineyê eşkere kir jî ku her di şeş mehên borî de, 939 dozên lêkolîn û lêpirsînê li ser binpêkerên li ser xwezaya Parêzgeha Sineyê hatine vekirin û bi dehan kes hatine girtin.

Navborî nîgeraniya xwe diyar kir, ku zêdegaviyên li ser birêvebirina mêrg û deverên avî yên parêzgehê zêde bûne û dibêje: "Di şeş mehên borî de, zêdegavî li ser rûberê 335 hektarên erdê dewletê hatine rakirin û 365 fermanên zevtkirina erdan jî hatine betalkirin."

Menoçehr Kiyanî herwesa dibêje: “Ji bilî kempeyna nemana zêdegaviyên li ser xwezayê, girîng e kempeyna hişyariya jîngehparêzî û parastina xwezayê bibe bernameyeke hişyarî û perwerdeyî bo rêgirtin ji wêrankirina xwezayê.” 

Ew herwiha daxwaz ji welatiyan dike ku di dema dîtina her wêrankirinekê an zêdegaviyekê bo ser xweza û jîngehê de, tîmên parastina jîngehê û çavkaniyên xwezayî haydar bikin, da ku bi zûtirîn dem rewşê bişopînin û rêyê li her reng û awayekê wêrankirinê bigirin.

Li gorî wê rûpîviya li sînorê Parêzgeha Sineyê hatiye kirin, ji tevahiya 2 milyon û 937 hezar hektarên erdî, zêdetirî 60%, ku dike 1 milyon û 587 hezar hektar, ji çerwan û daristanan pêk tê. Bi rengekê giştî 67 hezar malbatên gundî yên wê parêzgehê û bi taybetî xwediyên pez ji feydeyî ji çergeha xwezayî ya deverê werdigirin, bi vî rengî jî jîngeha xwezayî ya Sineyê rêjeya 6.5% ji tevahiya çerwanê Îranê pêk tîne.