Kurdên Brîtanyayê şehîdên Helebceyê bi bîr tînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di salvegera 36ê ya kîmyabarankirina Helebceyê de, li mozexaneya D-Day ya bajarê Portsmotê yê Brîtanyayê, ji aliyê hejmareke Kurdên Brîtanyayê ve merasîmek ji bo rêzgirtina li şehîdên Helebceyê hat rêkxistin.

Îro (Yekşem, 17.03.2024) li mozexaneya D-Day, bi merema rêzgirtina li qurbaniyên jenosîda Kurdan û zêdetir nasandina doza jenosîdê li derveyê welatî, Mala Kurdan li bajarê Portsmotê yê Brîtanyayê, di salvegera 36ê ya kîmyabarankirina Helebceyê de merasîmek rêk xist.

Ew merasîm bi amadebûna Lord Mayorê Portsmotê û serokê û endamên şaredariya wî bajarî û endamên Perlemana Brîtanyayê Peni Mordant û Stephen Morgan û Vekolerê Polîsên Hampşayerê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir hat kirin.

Piştî wê merasîmê jî, tacegula rêzlêgirtinê li baxçeyê Şehîdên Herlebceyê hat danan, ku wekî sembolekê ji bo rêzgirtina li şehîdên karesata kîmyabarankirina Helebceyê ew cih bi wî navî hatiye binavkirin û her sal di wê bîranînê de tacegulek ji bo rêzgirtina li Şehîdên Helebceyê li wê derê tê danan.