Pêşengeha pirtûkên zarokan li Stenbolê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê zarok û nivîskarên edebiyata zarokan di pêşenegheka navdewletî ya pirtûkan de hatin ba hev. Zarok, bi dîtina bihezaran pirtûkên cûrbecûr û nivîskarên wan kelecan bûn. Pêşengeha pirtûka zarokan dê bi beşdariya 50 weşanxane û dehan nivîskaran heta rojan berdewam bike.
Pêşengeha Pirtûka Zarokan a Stenbolê ya Navdewletî, bi naveroka “sirûşt û dirêjîpêdan” dest pê kir. Digel 50 weşanxaneyan hejmareke zêde nivîskar û xêzkar dê di pêşengehê de amade dibin, pirtûkên xwe didin îmzekirin û digel xwînerên xwe dîdaran dikin.
Alaaddîn Beken jî yek ji wan nivîskaran e û bi pirtûka xwe ya herî dawî pêşwaziya xwînerên xwe dikir.
Nivîskar Alaaddîn Beken ji K24ê re got: “Ez îro wekî mêvanê Wezareta Perwerdeyê li vir amade dibim. Sedema mêvanbûna min jî pirtûka min a dawî ye. Ji ber ku mijarên vê pirtûkê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve tê piştevanîkirin. Em wekî mamoste an jî dayik û bav şîret li zarokan dikin ku, bibin zarokekî baş, zordestiyê li hevalê xwe nekin û qedir bidin xwe û hevalên xwe. Ev pirtûk behsa van nirxan dike. Ji ber vê yekê Wezareta Perwerdeyê îro ez wekî mêvanê diyar kirim.”
Dîtina bihezaran pirtûkên cûrbecûr û nivîskarên wan, zarokan jî gelek kelecan dikir. Hêviya herî mezin a zarokan ew bû ku, rojek ji rojan ew jî bibin nivîskarekî diyar.
Xwendekar: “Pêşengeh gelek xweş e. Em hem nivîskaran dibînin hem jî pirtûkên ku nikarin ciheka din peyda bikin li vir bidest dixin. Min jî pirtûkek bi cûreya wêneçîrok nivîsiye û dê di demeke nêzik de derkeve. Hêvîdar im herkes bixwîne.”