Beşa CT-SCAN a Nexweşxaneya Lezgîn a Rojava ya Hewlêrê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, beşa CT-SCAN a Nexweşxaneya Lezgîn a Rojava ya Hewlêrê hat vekirin.
Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî û Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd, îro 7ê Cotmehê beşa CT-SCAN a Nexweşxaneya Lezgîn a Rojava ya Hewlêrê vekirin.
Li gorî daxuyaniyeke Qeymeqamiya Qezaya Navendî ya Hewlêrê, qujmê wê beşê, 1 milyarek û 155 milyon dînar e û li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dabînkirin.
Ev beşa nû, ji amûra CT Scan cureyê (128 slice) modela 2023 û sonera pêşkeftî pêk tê û rojane dikare xizmetê pêşkêşî ji 35 heta 40 nexweşan bike.