Tirkiye kuştina fermandareke YPJê li Amûdê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Tirkiyeyê belav kir, ajansa Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT), fermandareke Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) li bajarê Amûdê kuşt.

Ajansa “Anadolu” ragihand, ajansa îstixbarata Tirkiyê (MÎT) di operasyoneke taybet de, fermandareke YPJê ya bi navê Xezal Belge li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kuşt.

Hat ragihandin Xezal Belge ku bi nasanê (Jînda) tê naskirin, beriya niha plan kiribû ku xwe li Tirkiyeyê biteqîne, lê plana wî ji aliyê MÎT'ê ve hatibû pûçkirin.

Da zanîn jî, Hezal Balge sala 2004an tevlî PKKê bû û di sala 2015an de derbasî Sûriyeyê bû. Herî dawî li bajarê Amûdê weke fermandareke YPJ’ê kar dikir.

Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Giştî ya YPJê roja 5ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihandibû, fermandara YPJê Jînda Cûdî û Salih Xelîl di 3ê Cotmehê de li ser rêYa Amûde-Qamişloyê de di êrîşa droneke Tirkiyeyê de hat kuştin.

Diyar kir jî, Jînda Cûdî (Xezal Belge) di sala 1985’an de li Şirnexê, ji dayik bûye. Piştî sala 2011an derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û beşdarî şerên giran yên weke Cezaa, Rebîaa, Mebrûka, Til Koçer, Serê Kaniyê bûye û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment