Serok Barzanî serdana Kela Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî serdana Kela Hewlêrê dike û ji nêz ve temaşeyî wan pirojeyan dike yên ku li Kela Hewlêrê di warê bicihanînê de ne.
Piştî nîvroya îro (Sêşem, 08.10.2024) Serok Mesûd Barzanî serdana Kela Hewlêrê kir û ji nêz ve temaşeyî wan pirojeyan kir ên ku li Kela Hewlêrê di warê bicihanînê de ne. Serok Barzanî her di wê serdanê de serdana mozexaneya nav Kela Hewlêrê jî kir.
Hejî gotinê ye ku di wê serdanê de hejmareke zêde ya cemawerê bajarê Hewlêrê ji bo pêşwazî û dîdara bi Serok Barzanî re li Kela Hewlêrê û derdora wê kom bûn.