Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Em daxuyanî û tometên Ala Talabanî red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniyên endama berê ya Parlamentoya Îraqê Ala Talabanî dide, û radigihîne ku tevaya wan tometên li ser berhemanîn, hinardekirin û kompaniyên petrolê berçav kirine bêbingeh û têkderane ne, eşkere jî dike ku berhemanîna niha ya petrola Herêma Kurdistanê nêzîkî 255 hezar bermîlan e, ne 650 hezar bermîlan.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, di ragihandinekê de, ew daxuyaniyên têkderane yên ku endama berê ya Parlamentoya Îraqê Ala Talabanî bi rêya kenala El-Ewlayê di derheqa petrola Herêma Kurdistanê û kompaniyên navdewletî de belav kirine bi tundî red kirin û şermezar kirin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ev gotin ne tenê zirarê digihînin dezgehên Herêma Kurdistanê, belkî bêrêzîkirina bi dezgehên federalî ye û pirsyarê li ser baweriya wan daxuyaniyan çê dike.
Wezareta navbirî di pênc xalên sereke de bersiva tevaya wan tometan daye û di wê ragihandinê de hatiye: "Li gorî qanûna budceya giştî ya federalî, kompaniya pispor a navdewletî 'Wood Mackenzie' ku peyman ligel Wezareta Petrolê ya federalî heye bo diyarkirina qebareya petrola berhemînayî û xerciya derxistin û veguhastinê ji zeviyên Herêma Kurdistanê hatiye raspartin.”
Eşkere jî kir: “Li gorî datayên vê kompaniyê, asta berhemanîna niha ya petrolê li Herêma Kurdistanê nêzîkî 255 hezar bermîlan di rojekê de ye. Pêşbînî jî tê kirin ku di baştirîn rewş de heta sala 2027ê bigehe 308 hezar bermîlan, bi şertekî ku mafên darayî yên kompaniyên navdewletî bi wan bên dan û rewşeka aram a ewlehiyê bo berdewamiya veberhênanê hebe. Lewma behskirina hejmara 650 hezar bermîlan û girêdana wan bi çavkaniyeka navdewletî re têkdana raya giştî ye."
Di derheqa tometa qaçaxçîtiyê de, wezaretê navbirî tekez kiriye ku behskirina vê mijarê nezanîna temam a bi proseya hinardekirin û çavdêriyê ye; ji ber ku 42 nûnerên Wezareta Petrolê ya federalî rasterast serperiştiya proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê dikin, bi rêya Kompaniya Petrola Bakur û bi hevkariya Kompaniya SOMOyê.
Herwesa gotiye: "Her tometeka di vî warî de, li şûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rasterast diçe ser dezgehên federalî, û pêdivî bû ku Wezareta Petrolê ya federalî rastî bo raya giştî ron kiriban û berevanî ji deste û awayê xwe yê karkirinê kiriba."
Li ser dahata petrolê jî, di wê ragihandinê de hatiye: "Tevaya dahata firotina wê petrola ku bi rêya SOMOyê tê hinardekirin rasterast diçe xezîneya Wezareta Darayî ya federalî, lewma her gotineka li ser zêdegaviyên di dahatê de hebe, divê belge li ser wê bên berçavkirin û arasteyî wan aliyan bên kirin ên ku serperiştiya pareyî dikin, ne ku tomet bo Herêma Kurdistanê bên çêkirin."
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ew tomet bi tundî red kirin ku goya kompaniyên petrolê mulkê malbata desthilatdar in li Herêma Kurdistanê û ragihand: "Kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kompaniyên mezin ên navdewletî ne û di borsa cîhanî de hatine tomarkirin û di bin hûrbînî û pîverên tund ên dijî gendeliyê de kar dikin. Peymanên wan jî ji aliyê Dadgeha Bilind a federalî ve wekî peymanên qanûnî hatine naskirin û kar bi wan tê kirin, heta hin ji wan kompaniyan li deverên din ên Îraqê jî peyman ligel Wezareta Petrolê hene. Ev tomet zirarê digihînin navûdengên Îraqê û jîngeha veberhênanê."
Di dawiya wê ragihandinê de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî behsa wê yekê jî kiriye ku di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federalî bi berpirsiyarî kar ji bo çareseriya arêşeyan kiriye û Herêma Kurdistanê deriyên hemî zeviyên petrolê û heta pîverên hinardekirinê bêyî cudahî bo Wezareta Petrolê ya federalî û pisporên bêalî yên navdewletî vekirine.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji dezgehên ragihandinê dike ku pabendî bingehên pîşeyî bin û zaniyaran ji çavkaniyên fermî werbigirin, herwesa amadebûna xwe ya temam bo berçavkirina her zanyar û datayekê pêxemetî parastina zelalî û berjewendiya giştî nîşan da.