Mehmûd Osman: Min pirtûka xwe ya nû pêşkêşî Serok Barzanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê diyar ê Kurd Dr. Mehmûd Osman radigihîne ku kopiya yekê ya pirtûka xwe ya nû ji Serok Barzanî re şandiye, tekez jî dike ku wî peywendî û hevalîniyeka dîrokî ligel Serok Barzanî heye û niha hemî çavê her kesî li rola Serok Barzanî ye bo çareserkirina arêşeyan.

Di çarçoveya îmzekirina pirtûka xwe ya nû de li nav Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Pirtûkan, Dr. Mehmûd Osman îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24 got: "Ez gelek salan ligel Mela Mistefayê Barzanî bûm û min gelek bîranîn ligel wî hene, min di nava pirtûka xwe de jî bi dirêjî behsa wan hemî bîranînan kiriye." Herwesa daxwaz ji xwîneran jî kir ku pirtûka wî bixwînin, ji ber ku bîranînên serdema şoreşa mezin a Îlonê tê de hatine tomarkirin.

Di derheqa peywendiyên xwe yên ligel Serok Barzanî de jî, wî siyasetmedarê Kurdistanê ragihand ku ew ji sala 1963ê ve Serok Barzanî nas dike û hevaltî û peywendiyeke dêrîn di navbera wan de heye.

Mehmûd Osman herwesa got: "Ez berî çend rojan ligel Serok Barzanî civiyam, cenabê wî berdewam bizavê dike ku çareseriyê bo arêşeyan bibîne û çavê her kesî li rola Serok Barzanî ye bo çareserkirina arêşeyan.” Siyasetmedarê diyar ê Kurd eşkere jî kir ku Serok Barzanî kesê yekê bûye ku wî pirtûka xwe ya nû pêşkêşî wî kiriye û ji bo wî şandiye.

Pirtûka "Bîranîn û Fikirîn" nûtirîn berhema nivîskî ya Dr. Mehmûd Osman e, ku komeka bîranînên dîrokî, belgeyên bûyerên siyasî û fikirîna taybet a nivîskar di derheqa qonaxên hestiyar û cuda cuda yên xebata siyasî û bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de dihewîne.