PDK: Ala Talebanî dixwaze balê ji ser tawanên rastîn ên derdora xwe rake

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksyona PDKê li Parlamentoya Îraqê bersiva daxuyanî û têkdanên Ala Talebanî dide û radigihîne ku tevaya tometên wê bêbingeh in û ew dê rêkarên qanûnî li beranberî wê bi cih bînin, tekez jî dike ku raya giştî baş dizane kî li derdora wê dosyayên qaçaxçîtî û bazirganiya neqanûnî ya dermanan û petrolê bi rê ve dibe.

Berdevkê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Îraqê îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, di ragihandinekê de bo raya giştî amaje bi wê yekê kiriye ku Ala Talebanî di dîdareke televizyonî de li ser kenaleke nêzîkî neyarên qewareya Herêma Kurdistanê, "wekî karê xwe herdem komeka derew, gotinên nerast û têkdanan li beranberî Herêma Kurdistanê berçav kirine û ew kempeyna ragihandinê ya nerewa berdewam kiriye, ku berdewam Herêma Kurdistanê û welatiyên wê dike armanc."

Her di wê ragihandinê de hatiye: "Em wan hemî tometên bêbingeh bi tundî red dikin û tekez dikin ku gelê Kurdistanê û Îraqê jî gelek ji wê yekê hişyartir in ku bi vî rengê têkdanê bê xapandin."

Berdevkê Fraksyona PDKê eşkere jî kiriye: "Raya giştî baş dizane çavkaniya dosyaya qaçaxçîtî û bazirganiya neqanûnî ya dermanan û petrolê ji ku derê ye û kî ji kesên nêzîkî kesa navbirî dike, loma dixwaze bi van dengên nexweş û gotinên nerast xweliyê bixe çavê xelkê û balê ji ser tawanên rastîn ên derdora xwe rake, ku ev jî berdewamkirina wê ajandaya dijî Kurdistanê ye ya ku li ser kenalên gumandar tê xuyakirin."

Di pareka din a wê ragihandinê de hatiye: "Ev rengê deng û kesan li nik welatiyên Kurdistanê ne xerîb in, di dîrokê de gelek ji van rengan hebûn ku bûne alava bicihanîna planên neyarên Kurdistanê, lê li dawiyê ew hemî pûç bûn û çûne di gilêşdanka dîrokê de; li beranberî wê yekê jî îradeya polayî ya gelê Kurdistanê herdem bilindtir û serkeftî bûye û pilan pûç kirine û dê wesa bimîne jî."

Di dawiya wê ragihandinê de jî, Berdevkê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê tekez kiriye: "Li beranberî van bêbextî, pêradana tometan û têkdanan, em dê hemî rêyên qanûnî bo eşkerekirina rastiyan û rûbirûbûna vê kempeyna nerewa bidin ber xwe."