Hevdîtin û danûstandinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi welatiyên Hewlêrê re

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevdîtin û danûstandinên rasterast ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi welatiyên Hewlêrê re îro (Sêşem, 08.10.2024) li Kela Hewlêrê bi rê ve çûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî guhdariya dîtin û daxwaziyên welatiyên ku di wê hevdîtinê de amade bûbûn kir û bersiva pirsyarên wan da, herwesa bi giringî ve guhdariya pêşniyarên wan kir û soz da ku li paşerojeke nêzîk kar li ser wan bike.

Mesrûr Barzanî herwesa ragehand, “Hejmara şêniyên Hewlêrê berdewam ber bi zêdebûnê ve ye, gelek xelk berê dide wê ji ber ku paytexta Herêma Kurdistanê ye. Em li ser wê yekê fikirîne ku mijara çêkirina hêla giştî ya veguhastina welatiyan bi cih bînin. Pirojeyeke baş jê re hatiye amadekirin û di paşerojeke nêzîk de dest bi bicihanîna wê tê kirin.”

 

Li ser çêbûna lehiyan jî got, “Li destpêka desthilatdariya Kabîneya Nehê, sala yekê lehî li Hewlêrê çê bû ku mixabin zirarên canî û madî jê peyda bûn. Her wê demê em keftin di rewşa amadebaşiyê de û me bizavên cidî ji bo çarekirina wê arêşeyê kirin, me gelek karên giring kirin. Ji bo sala paştir bi rêya bicihanîna pirojeyên wekî bendav û pondan û pakijkirina menholan me karî rêyê li çêbûna lehiyan bigirin.

Li ser arêşeya kêmiya avê li Hewlêrê jî got, “Di dema borî de bername ji bo wê yekê hatibû danan ku rêjeya hatina avê bo nav baajrê Hewlêrê bê zêdekirin, lê bername wekî xwe nehatin bicihanîn. Ji serdema desthilatdariya paşatiyê li Îraqê heta niha 13 hezar metrên sêcarkî yên avê ji bo Hewlêrê tên. Ji bo ku em arêşeya kêmaviyê çare bikin, me biryar da ku pirojeya hawarhatinê bi lez bi cih bînin û niha ew piroje di qonaxa bicihanînê de ye û di dema 18 mehan de tê temamkirin. Bi temamkirina wê pirojeyê, ji bod ema 0 salan arêşeya kêmaviyê li Hewlêrê namîne.”

Li ser paşeroja Herêma Kurdistanê jî got, “Ez ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê geşbîn im û seqamgirî tê de zêdetir dibe û zêdetir pêş dikeve jî, vejandina aborî baştir dibe. Herwesa me piraniya arêşeyan bi Hikûmeta Federalî re çare kirine û me hecet nehêlane û me hemî pabendiyên xwe li beranberî lihevkirinan bi cih anîne. Ez hêvîdar im seqamgirî li Rojhilata Navîn û deverê berqerar bibe û şer û hevrikî nemînin.”

 

Di derheqa av û karebê de jî ragehand, “Di Kabîneya Nehê de bihayê av û kareban li ser welatiyan nehatiye zêdekirin, herwesa me bizav kir kareba 24 seetî zêde bikin lê ji bo dabînkirina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rê li me hat girtin. Niha me sîstemeke nû xistiye karî û li çend taxên bajarê Hewlêrê kareb bûye 24 seetî. Di demeke nêzîk de kareba tevaya Hewlêrê dibe 24 seetî û arêşeya deng û dûkela jenratoran jî namîne.”

Di derheqa damezrandina welatiyan li kertê giştî de amaje da, “Ji sala 2013ê heta niha Herêma Kurdistanê nekariye xelkî damezrîne ji ber ku Bexdayê rê nedaye, herdem bi rêya birîna budceyê, neşandina budceyê û dereng şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê arêşe ji bo dahata Herêma Kurdistanê çê kirine. Tenê îsal Hikûmeta Federalî yek milyon xelkê xwe damezrand, para xelkê Herêma Kurdistanê di vê damezrandinê de nebû.”

Tekez jî kir, “Dema Civata Wezarî ya Aborî ya Hikûmeta Federalî serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Civata Wezarî ya Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya, ev mijar pê re hat behskirin. Berî çend rojan jî Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê serdana Hewlêrê kir û ev mijar pê re hat behskirin, ku Herêma Kurdistanê jî maf heye xelkî damezrîne û pêdivî ye terxankirina darayî jê re bê kirin.”

Herwesa got, “Em zêdetir bi wê fikirê re bûn ku diviyabû budceya Herêma Kurdistanê wekî kiyaneke federalî bê diyarkirin û paştir Perleman, Dîwana Çavdêriya Darayî û rêkxistinan çavdêriya çawaniya bikaranîna wê budceyê kiriba, ne ku wezaretek li ser astê Hikûmeta Federalî têkelî hûrgiliyan bibe ku ev jî bi sîstema federalî re nagunce, lê hejmareke aiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derî ji Bexdayê re vekirin û wesa kir ku desttêwerdanê di hûrgiliyan de bikin û li ber çarekirina arêşeyên navbera her du hikûmetan jî rêgir bûn, lê niha wesa xwe bêdeng kiriye her wekî ku çi nekiribe.”

Herwesa got, “Li Bexdayê hêşta hizira hikûmeta navendî maye, hêşta bawerî bi federaliyê nîne, lê tevî wê yekê jî me peywendiyeke baş bi Serokwezîrê Îraqê re heye û herdem min niyeta wê yekê heye ku arêşe bên çarekirina, alî ji bo çarekirina pirsan li ser danûstandinan berdewam in.”

Di derheqa perwerde û xwandina bilind de jî ron kir, “Di wan her du kertan de karên gelek baş hatine kirin û em dê di dema bê de karên baştir jî bikin, niha me dezgehek ji bo bilindkirina kalitiya xwandinê li xwandina bilind damezrandiye. Ev dezgehê zêdetir ji bo wê yekê ye ku kalitiya zanîngehan bilind bike.”

Di derheqa tevlîbûna welatiyan hilbijartinên gera borî ya Perlemana Kurdistanê de amaje da, “Mimkin e hin welatî ji aliyê tevgereke siyasî ve hatibin bêhêvîkirin, jê re hatibe gotin ku dengên wan çi ji mijarê naguherin û tevlîbûn û tevlînebûna wan wekî yek e, tevlîbûna welatiyan dengdanê de gelek giring e. Eger welatî tevlî dengdanê nebin, hingê hin kesên din li şûna wan dengê xwe didin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê ji tevaya welatiyan dike ku tevlî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bibin, ji bo ku ew bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe û welatê xwe bidin. Herwesa got, “hilbijartinan dê bandor li ser jiyana paşerojê ya welatiyan hebe.”

Li ser aborê Herêma Kurdistanê jî ragehand, “Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar li ser hemerengkirina aborî, hemerengkirina dahatî û çêkirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz hatiye kirin, weberhênaneke zêde di warê çandinê de hatiye kirin, herwesa giringiyeke zêde bi geştyarî û pîşesaziyê hatiye dan. peywendiyeke baştir di navbera kertê giştî û kertê taybet de hatiye çêkirin. Gelek ji pirojeyan berdewam bûn û ranewestiyan, tevî ku zêde dijatiya hikûmetê hat kirin ku leng bibe û nekare pirojeyan bi cih bîne, lê ew piroje li ser erkê kertê taybet hatin bicihanîn. Bernanemya me ew e ku feydeyî ji ezmûna welatan werbigirin û ji bo Herêma Kurdistanê rabikêşin.”

Li ser bicihanîna pirojeyan li Silêmaniyê û Hewlêrê û cudahiyê wan jî ron kir, “Li destpêkê bizaveke cidî hat kirin ku hemî dahat bên komkirin, ji bo ku em bikarin bi awayekî wekhev xizmeta hemî baajran bikin, herwesa desthilat ji bo parêzgehan hat şorkirin, desthilata xwemalî li ser astê parêzgehê li beranberî bicihanîna hemî wan pirojeyên berpirsyar e yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bên bicihanîn.”

Herwesa got, “Pirojeya hikûmetê ji bo hemî Kurdistanê ye û tenê ji bo parêzgehekê nîne, çawaniya bicihanîna ji bo astê desthilata xwemalî vedigere. Min rexne li ser desttêwerdana partiyan di karûbarên îdarî yên parêzgehan de heye, ku nehêlaye îdareyên parêzgehan bernameyên hikûmetê bi cih bînin. Herwesa desthilata partîtî li bajarê Silêmaniyê rê nedaye ku îdareya parêzgehê karê xwe bike û pirojeyan wekî pêdivî bi cih bîne.”

Mesrûr Barzanî behsa Herêma Kurdistanê kir û bal kêşa ser wê aramî û ewlehiya ku li Herêma Kurdistanê heye û got, “Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn cihekî gelek seqamgir e, xelk ji deverên din berê xwe dide Herêma Kurdistanê ji bo ku bi aramî bijî. Ev ji bo xebata berdewam a Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê vedigere.”

Herwesa got, “Cihê şanaziyê ye ku hemî pêkhate û olên cuda li Herêma Kurdistanê pêkve bi tebayî dijîn. Kurdistan wekî pêgeh û landika pêkvejiyana hemî neteweyên cuda tê naskkrin.”

Li ser bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî eşkere kir, “Her ji destpêkê me daxwaza birêveçûna bangeşeyeke aram û hêmin kiriye, her kesek û aliyekî jî azad e çawa bangeşeyê ji xwe re dike û behsa bernameyên xwe dike.”

Di derheqa kursiyên kutayên Perlemana Kurdistanê de jî ragehand, “Sedema nemana 11 kursiyên kutayên Perlemana Kurdistanê ji bo skalayê vedigere ya ku li Dadgeha Federalî ji aliyê YNKê ve hatiye tomarkiein, şanaziyê jî bi wî karê xwe dikin. Ev karekî şaş bû. ew dibêjin: Kuta bi PDKê re ne. em wekî PDKyî şanaziyê bi wê yekê dikin ku PDK bûye cihê baweriya kutayan. Aliyên din jî ku nekariye bibin cihê baweriya kutayan, ew arêşeya wan e.”

Herwesa ragehand, “Nehêlana kursiyên kutayan ji bo berjewesniya siyasî lêdana mafên pêkhateyan bû. PDKê herdem berevanî ji mafên pêkhateyan kiriye û her bi bizavên PDKê 5 kursî ji bo pêkhateyan hatin vegerandin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa desthilatdariyê de jî got, “Desthilatdarî hêsan nîne ji ber ku emanet e, hilgirtina emanetî jî giran e. Dema ku min dest bi karî kir, min sond xwar ku li beranberî xelk û niştîmanê xwe sozdar bim û li ser xizmetkirina wan berdewam bim.”