“Kompanî û markayên cîhanî bandorê li ser binesaziya aborî dikin”
Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê bûye navenda kompanî û markayên navdewletî. Di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, nêzîkî 5 hezar kompanî û markayên biyanî hatine tomarkirin. Niha ew li Kurdistanê kar dikin û gelek derfetên kar ji bo ciwanên Kurdistanê peyda kirine.
Li piraniya kolan û bazarên Herêma Kurdistanê bi taybet li Hewlêrê, rojane navên kompanî û markayên navdar ên cîhanê tên dîtin.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Bazirganî û Pîşesazî, hejmara kompanyayên biyanî yên tomarkirî gihiştiye 4600 kompanya û 3883 markayên navdewletî.
Rêveberê Giştî yê Bazirganî Newzat Şêx Kamil jî hêsankariyên wezaretê ji bo tomarkirin û asayîşa Kurdistanê, weke sedema zêdebûna kompanî û markayên navdewletî binav kir.
Newzad Şêx Kamil ji K24ê re ragihand, kompanî Kurdistanê wek cîhekî aram dibînin û, ev jî wiha dike ku bandoreke baş li vejandina aboriyê dike, ku hin ji van kompanyayan kargehan ava dikin.
Li gorî aborînas Nebez Newzad jî di salên dawî de, piraniya marka û kompanyayên cîhanê li Bexdayê bûn. Ew di wê baweriyê de ye ku hebûna van kompanî û markayên cîhanî dê bandorê li derfetên kar, geşbûna aborî û pêşbaziya hilberên navxweyî bike.
Nebez Newzad dibêje: “Eger em li xwaringehan binêrin, ew petate, mirîşk û kelûpelên navxweyî bikar tînin, naçin wan ji derve hawerde nakin, ev yek dê bazarê vejîne. Ji aliyekî din ve, ew bacê didin hikûmetê.”
Herwiha got: Kompanyayên li başûr û navenda Iraqê ne, li şûna ku biçin Dubay û welatên derve, tên Herêma Kurdistanê, ew van markayan bi buhayekî erzan peyda dikin, ku veguhestina wan jî erzantir e.”