Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêya Sipîlik-Xelîfan vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Avedankirin û Niştecihbûnê Dana Ebdulkerîm îro 9ê Cotmehê projeya rêya Sipîlik- Xelîfan li Îdariya Serbixwe ya Soranê vekir.
Serokwezîr Mesrûr di merasîma vekirinê rê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Ev pirojeya giring deverên cuda bi hev re girê bide û dê hatûçûya welatiyan hêsantir û aramtir bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ev yek beşek ji helmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku hewl dide rêyan çêbike û kalîteya wan baştir bike.
Herwiha got: “Em kar dikin ku hemû parêzgeh, bajar û gundan bi hev ve girê bidin, ta ku pirsgirêkên welatiyan ên çûnûhatinê û ewlehiya rê namînin û ew cihên ku hîna rê û kolan nehatine çêkirin, di bernameya me de ye û dê bên bicihkirin.
Projeya rêya dusayd a Sipîlik-Xelîfan, yek ji projeyên girîng ên Îdariya Serbixwe ya Soranê ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 15ê Îlona 2022an de kevirê bingehîn ê projeyê danî û niha temam bûye.
Projeya rêya dusayd a Sipîlik-Xelîfan beşek ji rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Soranê de ye, dirêjahiya rêyê 8.5 kîlometran e û bi nirxê 64 milyar dînar hatiye cîbicîkirin.