Mesrûr Barzanî: Hikûmet bo giringîdana bi zanîngeh û cihên hewandina xwendekaran zêdetir kar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Em astê xwandinê ber bi pêş ve dibin û hikûmet bi hemî şiyanên li ber dest alîkar dibe.” Herwesa got, “Spas ji mamostayan re ku di dema qeyranan de nehêla piroseya xwandinê leng bibe.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (În, 11.10.2024) ahenga gera 43ê ya derkeftiyên Zanîngeha Selahedînê bi navnîşanê Gera Zanist, Dahênan û Avakirinê li yarîgeha Firanso Herîrî li Hewlêrê bi rê ve çû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav ahenga derkeftiyên Zanîngeha Selahedînê gptarek pêşkêş kir û zêdebarî pîrozkirinê li derkeftiyan û kesûkarên wan amaje da, “Ev serkeftin ji bo xwendekaran di vê qonaxa jiyê wan de serkeftineke mezin e, divê we hestekî xweş hebe ku berhemê renc û westiyana xwe bibînin. Em şanaziyê bi we dibin.”
Mesrûr Barzanî spasiya tevaya mamostayan kir û got, “Mamostayan di dema qeyranê de nehêla xwandin leng bibe û li ser dana dersan bi xwendekaran berdewam bûn, herwesa zêdebarî westiyana xwe nehêla zehmeta xwendekaran di ber avê de biçe.” Herwesa got, “Em dê westiyana mamostayan qerebû bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa pêşvebirina astê xwandinê de jî ragehand, “Em dixwazin astê xwandinê li Kurdistanê pêş ve bibin. Me ji bo vê meremê desteya bawerîdanê damezrandiye, ji bo ku astê xwandina bilind bi pîver û standardên nadewletî bê kirin. cihê dilxweşiyê ye jî ku roj bi orj astê zanîngehan jî pêş ve diçe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Hikûmet hemî bizavan dike ku zêdetir giringiyê bi zanîngehan û cihên hewandina xwendekaran bide. Herwesa ji bo bilindkirina astê xwandinê ji hemî aliyan ve em xemsariyê nakin.”
Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî derkeftiyên zanîngehê jî kir û got, “We îro qonaxa xwandina xwe bi awayekî serkeftî bidawî anî, lê hûn dê ber bi ezmûneke din jî biçin ku dengdan e. Divê hûn hemî tevlî dengdanê bibin. Piraniya we ev cara yekê ye tevlî dengdanê dibin û giring e hûn dengê xwe bidin ji ber ku ew mafê we yên xweşevî ye.”
Amaje jî da, “Hûn niha dikarî bi wî zanistê ku hûn fêr bûne xwandineke baştir ji bo rûdanan bikin, giring e hûn li roja 20ê vê mehê dengê xwe bidin wî alî yê ku xizmeta gel û welatî dike.”
Di derheqa hilbijartinan de tekez kir, “Ev hilbijartin ji bo me hemiyan giring e. her biryareka di van hilbijartinan de bê dan çarenivîsa welatê me diyar dike. Dengder dikarin destnîşan bikin ka kî desthilatdarê paşerojê be, divê hemî alî dengê xwe bidin ji bo ku xelkekê din li şûna dengderan biryarê nede.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa rewşa Rojhilata Navîn û deverê de got, “Bi awayekî giştî Rojhilata Navîn û dever di rewşeke nexweş re derbaz dibin, lê me berî niha jî rewşên wesa dîtine û em jê derbaz bûne. Ji niha û pêde bi hebûna we û hêza we em dikarin welatekî baştir û xweştir ji xwe re çê bikin. Çi kesek nikare welatekî ji me re çê bike, eger em bi xwe nexwazin.”
Bal kêşa ser wê yekê jî ku, em li ser wê yekê bifikirin ku ev welat ê hemiyan e. em dikarin bi hev re welatekî ji xwe re çê bikin ku li Rojhilata Navîn nimûne be. Herwesa derkeftiyên zanîngehan jî dikarin tevlî kertê giştî û kertê taybet bibin û rolê xwe bigêrin, ji bo ku em bi hev re Kurdistanekê çê bikin, tena, aştîxwaz û pêşkeftî be.”
Mesrûr Barzanî li dawiya gotara xwe bi geşbînî ve amaje da, “Ez piştrast im ku hûn dikarin li dawiyê bibin xwediyên welatekî xweştir û pêşkeftîtir. Herwesa hikûmet berdeam alîkariya we dike û derfetên karî li kertê giştî û kertê taybet ji we re peyda dike.”
Îro ahenga derkeftina pênc hezar û 554 xwendekarên zanîngehê ye. zanîngeha Selahedînê ji 16 kolîj û 86 pişkan pêk tê. Li 15 kolîjên cuda cuda bawername ji derkeftiyên wê tên pêşkêşkirin.
Zanîngeha Selahedînê li destpêkê li sala 1968ê li bajarê Silêmaniyê hat damezrandin, lê li sala 1981ê ji bo Hewlêrê hat veguhastin û yek ji endamên Komeleya Navdewletî ya Zanîngehan e, awayê xwandinê li vê zanîngehê belaş e ji ber ku hikûmî ye û her sal hejmareke zêde ya xwendekarên pişkên zanistî û wêjeyî û pîşeyî werdigire.