Li Amûdê werzê komkirina pîvazan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Amûdê werzê komkirina pîvazan dest pê kiriye, cotkar jî dibêjin berhemê îsal ne weke yê sala borî baş e û gazindan ji Rêveberiya Xweser jî dikin ku weke pêwîst piştevaniya çandiniya wan nake. li gor cotkaran, her çiqas berhemê wan gelek û baş be jî, ew nikarin bo derveyî Rojavayê Kurdistanê bişînin, ji ber ku Rêveberî rê nade wan.
Li gundewarê Amûdê werzê komkirina pîvazan dest pê kirye, hîn jî Rêveberiya Xweser nirxê pîvazan û qebareya hinardekirinê ji bo derveyî navçeyên wê destnîşan nekiriye, ev yek jî bûye cihê dilgiraniya cotkaran.
Cotkarên Amûdê dibêjin, ew neçar bûne berhemê xwe bi nirxekî erzantir ji xerciyên çandinê bifroşin bazirganan.
Cotkar Ebdulah Selîmo got: “Sala borî ji îsal baştir bû, îsal mazot biha bû û berhemanîn jî kêm bû, herwiha pir pîvaz jî ji ber germahiya keşûhewayê xirap bûn. Îsal nirxê pîvazan jî daketiye, tona pîvazên baş di navbera 150 – 200 dolarî tê firotan, yên din jî kêmî 100 dolarî tê firotin.”
Gazinda cotkaran ji wê yekê jî heye ku Rêveberiya Xweser weke pêwîst piştevaniya çandiniya wan nake, ne ji aliyê peydakirina sotemeniyê de û ne jî ji aliyê peydakirina peyin ve.
Herwiha karkerên li zeviyan kar dikin jî dibêjin, ji ber nirxê erzan yê pîvazan, heqdestê wan ê rojê jî kêm e ku beşa xwarin û vexwarina wan neke .
Karker Isa El-Hemîd dibêje: “Em ji bo debara jiyana xwe dixebitin. Li malê em heşt kes in, ez û keça xwe li vir dixebitin. Her tişt biha ye. Bawer bike heqê rojekê têra nanê me nake.”
Rêveberiya Xweser hinardekirina pîvazan ji bo derveyî navçeyên wê li ser cotkaran qedexe kiriye û tenê bi rêya çend bazirganan derdixe derveyî navçeyê. Rêveberiya Xweser par jî rê ne da cotkaran zêdeyî 300 ton pîvaz hinarde bikin, ew yek bû sedem ku nirxê yek ton pîvaz ji 225 dolaran dakeve 110 dolaran.