Li Akrê 2 navendên tenduristiyê hatin vekirin û kevirê bingehîn ê projeyeke din hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi bihayê zêdetir ji 8 milyar dînar, Li Akrê 2 navendên tenduristiyê  hatin vekirin û kevirê bingehîn ê projeyeke din a tenduristiyê hat danîn.

Merasîma vekirina navenda nexweşên talasemiyê û navenda tenduristiyê ya navçeya Dinarta û danîna kevirê bingehîn ê navenda şuştina gurçikan li navçeya Akrê hat lidarxistin. Bi giştî xerciya her sê projeyan zêdetirî 8 milyar û 700 milyon dînar e.

Her yek ji Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Barzanî, Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter, Qeymeqamê Akrê Dilawar Herkî, Rêveberê Giştî yê Tendirustiyê yê Dihokê Efrasiyab Mûsa di merasîmê de amade bûn.

Dr. Saman Barzanî di konferanseke rojnamevanî de got: “Navenda Talasemiyê ji bo me projeyek pir girîng bû. Em piştrast in ku dê gelek xizmetguzarî pêşkêşî nexweşên talasemiyê yên li qezaya Akrê û Berdereşê bike û êdî malbatên wan neçar nabin ji bo dermankirinê, wan bibin bajarên din.”

Li navenda nû ya talasemiyê ya li Akrê jî wek Wezîrê Tenduristiyê amaje bi wê yekê kir: “Testên nexweşan dê bi kalîteyeke baştir di taqîgehên de bên kirin û bi awayekî herî baş xizmet ji nexweşan re bê kirin.”

Herwiha got: "Li ser aspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, projeyên tendirustiyê ji bo her du qezayên Akrê û Berdereşê dê berdewam bin û plana cîbicîkirina çend projeyên din ên tenduristiyê jî heye.”

 
Fly Erbil Advertisment