Mesrûr Barzanî: Em kertê tendirustiyê li Herêma Kurdistanê baştir dikin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 14.10.2024) li nav konferansa çaksazî di xizmetkariyên tendirustî û dermanan de gotarek pêşkêş kir û ragehand, “Kertê tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê di astekî baş de ye, lê em dixwazin baştir bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Yek ji erkên giring ên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicihanîna piroseyeke berfireh a çaksaziyê di kertê tendirustiyê de bû û çend bizav jî bi aliyên şareza yên biyanî re hatine kirin. Gelek gotin û civîn û konferans hatine kirin ji bo ku em bikarin destê xwe danin ser wan xalan ên ku pêdivîtî bi çareseriyê û çaksaziyê heye û ev çend sal in ku kertê tendirustiyê ji ber wan dinale.”

Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Di dema borî de Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo kontirolkirin û rêgirtina li hawirdekirina dermanên qaçax û dembiserveçûyî ji bo nav Herêma Kurdistanê kiriye.” Tekez jî kir, “Me welatî kiriye navenda giringîpêdanê ji bo hikûmetê û li cem me silametiya welatiyan ji feydeyê bazirganî giringtir e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek nexweşxaneyên nû li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê bi ast û kalitiyên gelek baş çê kirine, herwesa gelek nexweşxane jî hatine nûjenkirin û piroseya nûjenkirina gelek nexweşxaneyên din jî berdewam e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Cihê şanaziyê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde bi çarekirina nexweşên penceşêrê daye, herwesa hejmareke senterên nû ji bo nexweşên penceşêrê vekiriye û biryar li ser damezrandina hejmareke din jî daye. Karkirina li ser hejmareke wan berdeam e û ez hêvîdar im di demeke nêzîk de temam bibin.”

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Amûr û kelûpelên pêşkeftî dê li wan senterên hebin ên ku ji bo nexweşên penceşêrê tên vekirin. Ev jî wesa dike ku welatiyên Herêma Kurdistanê pêdivîtî bi wê yekê nebe ku ji bo wergirtina çareseriya pizişkî biçin derveyê welatî, belkî her li vê derê çareseriya xwe werdigirin. Herwesa ji bo welatiyên Îraqê û deverên Rojhilata Navîn jî dê alîkar be ku, wekî cihekî pêşkeftî serdana van senterên Herêma Kurdistanê bikin.”

Navbirî tekez jî kir, “Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi giranî kar li ser parastina mafên pizişk û nexweşan hatiye kirin, ji bo ku em piştrast bin çawa ji aliyê qanûnî ve alîkarî û piştevaniya mafên hemî kitekesan tê kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz ji welatiyan jî kir dema ji bo kirîna derman û pêdivîtiyên din ên pizişkî diçin dermanxaneyan, wê yekê li ber çavan werbigirin ku stîkerên dermanan ji bo piştrastiya wan in û got, “Her dermanekê ev stîker, ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rê pê hatiye dan, pê ve nebe, ez hêvîdar im hûn wan nekirin û bi kar neyînin, ji ber ku mimkin e ji derveyê rênimayên hikûmetê bi awayekî qaçax hatibin hawirdekirin.”