Umêd Xoşnaw: Hewlêr di destekî emîn de ye

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê li nav kernevala cemawerî ya bajarê Hewlêrê ji bo piştevaniya lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, ku bi amadebûna Serok Barzanî li yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî bi rê ve çû, got, “Ji bo wan kesan ên ku behsa Hewlêrê dikin, Hewlêr di destekî emîn de ye.”

Kernevala cemawerî ya bajarê Hewlêrê ji bo piştevaniya lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê îro (Sêşem, 15.10.2024) bi amadebûna Serok Barzanî li yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî bi rê ve çû. Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji K24ê re got, “Ev kerneval kelecana cemawerê herdem bihelwest ê Hewlêra Holakobezîn e. Îro Hewlêr diaxive, gotinên wê peyamek e ji bo wê serkeftina mezin a ku li êvara roja 20ê Cotmehê bi dengên alîgirên PDKê, dengê Kurdistanhezan, bi helwesta niştîmanî, xelkê Kurdistanê serkeftina mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê tomar dike.”

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Hêşta seetek ji bo destpêkirina ahengê maye, bi dilxweşî ve bi hezaran kes li nav yarîgehê û li derveyê yarîgehê jî heye. Ev nîşana wê yekê ye ku ew gotina Hewlêrê ku dibêje, PDK û Hewlêr ji yek cuda nabin. Hewlêr û PDK cêwiyeke temamkerên hev in, salix û fikirîn û nerînên Hewlêr û PDKê wekî yek Kurdistanî û yek niştîmanî ne.”

Navbirî ron jî kir, “Ya ku li yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî tê dîtin peyama Hewlêrê ye û li êvara roja 20ê vê mehê ev peyam bi serkeftina mezin a Serok Barzanî û PDKê bidawî tê.”

Parêzgerê Hewlêrê herwesa ragehand, “Ew aliyên xwe wekî hevrikên PDKê dibînin, wekî PDKê xwedî dîrok nînin ku behsa dîroka xwe bikin, wekî PDKê îroya xwe nîne ku behsa îroya xwe bikin û wekî PDKê nerîna xwe ji bo paşerojê jî nîne, lewma tenê ji nizmatiya xwe destê bo bilindahiya PDKê dirêj dikin.”

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Eger ew behsa herifandinê dikin, gelê me herifandin red kiriye, gel wan diherifîne. Eger ew behsa nehêlanê dikin, êvara roja 20ê vê mehê diyar dibe ka gel kê nahêle. Eger ew behsa têkdanê dikin, gel avedaniyê dixwaze, aramiyê dixwaze, bihevrebûn û xweragiriyê dixwaze. Ew her dê term drûşmên PDKê ne. PDKê û xelkî yek hizirkirin heye, xelk jiyarxweşiyê dixwaze, lewma hizrkirina wan xizmeta me kir ji ber ku xelkî fêm kir ku ew alî çi dixwazin û PDK çi dixwaze. Xelk dizane çi dixwaze lê ew nizanin xelk çi dixwaze. Ji bo wan kesên behsa Hewlêrê jî dikin, Hewlêr di destekî emîn de ye. Hewlêrê xwediyê xwe heye, Hewlêr ji sala 1996ê ve daye destê Hewlêriyan. Ew kesên li Hewlêrê zirar dikirin, Hewlêr ji sala 1996î ve ji destê wan rizgar bûye û aramî dîtiye. Hemî xelkê Hewlêrê ceriband, xelkê Hewlêrê PDK qebûl e û PDKê jî xelkê Hewlêrê qebûl e.”

Navbirî herwesa got, “Ya ku li dema borî hatiye kirin, eger berbest neban, gelek zêdetir dihat kirin. Dûratiya navbera me û wan gelek e, em di kabîneya bê de bi piştrastî ve gelek zêdetir pêşkêşî xelkê Kurdistanê dikin.”